CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn 2025-05-11 17:08:33 NAVENDA NÛÇEYAN - CPT’yê ragihand ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûne.  Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistan - Iraqê (CPT), der barê êrişên artêşa Tirk ên di meha Nîsanê de li ser Herêma Federe ya Kurdistanê raporek weşand. Di raporê de hate gotin ku artêşa Tirk di meha Nîsanê de 210 êriş û bombebaran li ser Herêma Kurdistanê pêk aniye û ji sedî 92’yê êrişan li ser parêzgeha Dihokê hatine kirin. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk li gorî meha Adarê di meha Nîsanê de ji sedî 78 zêdetir bûne.