Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye 2025-05-14 10:17:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di kongreya PKK’ê de axivî û got: “Hemû gavên heta niha Rêber Apo avêtine, bi serkeftinê biencam bûne.”    PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a di kongreyê de weşand. Bayik, got: “Min di destpêka vê tevgerê de cih girt. Hevalê Kemal Pîr, ez bi Rêber Apo dam naskirin. Beriya Rêber Apo min ne Kurdistan ne gelê Kurd ne jî xwe fêm nekiribû. Dema min Rêber Apo fêm kirî, anku piştî dîtina wî û axaftina bi wî re, min dest bi fêmkirina Kurdistanê, gelê Kurd û xwe kir. Lewma ji destpêkê heta niha min her tim Rêber Apo ji xwe re esas girt.”    Bayik, wiha domand: “Her çend meşa min ne meşek ku Rêber Apo dixwaze be jî, her çend gelek kêmasî û xeletiyên min çêbibin jî, min tu caran paşvegav neavêt. Min hewl da kêmasiyên xwe temam bikim, xeletiyên xwe ji holê rakim û layiqî Rêber Apo bim. Dema min hêj nû Rêber Apo nas kirî çawa ku di min de rê li ber kelecan û coşeke mezin vekiribe, dema partiya PKK’ê hatî avakirin jî min heman kelecan û coş jiya.”    Di berdewamê de Bayik wiha got: “Me niha kongreyek li dar xist. Di vê kongreyê de me biryara fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina tevgera çekdarî da. Weke kesekê ji avakarên vê teverê, ez ji ber vê yekê gelek bi kelecan im. Ji ber ku ez Rêber Apo pir baş fêm dikim. Her gava heta niha Rêber Apo ji bo me, ji bo gelê me, ji bo tevgera me, ji bo mirovahiyê avêtî her tim bi serkeftinê biencam bû. Jixwe ji ber vê yekê ye ku di nav tevgerê û gel de baweriyeke mezin bi Rêber Apo heye. Baweriya bi Rêber Apo ya li cîhanê jî her ku diçe xurtir dibe. Min çawa ku bi Rêber Apo re xwe nas kiribe, min çawa li gorî wî meşa xwe domandibe, ez careke din bêm dinyayê ez ê dîsa Rêber ji xwe re esas bigirim.”