Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye 2025-05-14 14:06:37 ENQERE - Bernameya bîranînê ya ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Tuzluçayir a Enqereyê di roja duyemînd e didome.    Di danezana 12’emîn Kongreya PKK’ê de hate ragihandin ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn, li mala Altûn lê mezin bûyî ya li Taxa Tuzluçayir a Enqereyê merasîma bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn, di roja duyemîn de didome.  Xwişkên Riza Altûn, Nûrhayat Altûn û Bezar Altûn û xwişka Alî Haydar Kaytan, Gulluşan Kandemîr kesên tên serdanê pêşwazî dikin.