Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin 2025-05-20 11:25:40 SETNBOL - Îdianameya der heqê Abdulsamet Turan de hatiye amadekirin û cara 3’yemîn pêşkeşî dadgehê hate kirin, hat qebûlkirin. Wêneyê bi nivîsa “Let's go Kurdistan" û hevdîtinên telefonê yên bi kesên “qeyda wan a sûc heye” re weke sûc hatin hesibandin.    Îdianameya der heqê Abdulsamet Turan (20) de ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi nûçeya “Turan ê îdianameya wî 2 caran hatiye îadekirin ev 6 meh in girtî ye” xistibû rojevê, hate qebûlkirin. Îdianame, ji hêla 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo Turan îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin. Danişîna ewil a Turan dê di 29’ê Gulanê de bê lidarxistin.    HINCET: AGAHIYA ÎSTÎXBARÎ     Sê rûpelên ewil ên îdianameya ji 9 rûpelan pêk tê, ji agahiyên têkildarî PKK/KCK û Yekitiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) pêk tê. Di îdianameyê de hate gotin ku lêpirsîn li ser “agahiya îstîxbarî” ku dê YCWK çalakiyê li dar bixe, hatiye destpêkirin. Hat îdiakirin ku îxtîmala ku Turan li ser navê YCWK’ê “çalakiya korsan” bike heye û ji bo vê jî îdiaya “agahiya îstîxbarî” hate kirin.    WÊNEYÊ BI NIVÎSA ‘LET’S GO KURDISTAN’ SÛC HAT HESIBANDIN    Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê di Newroza 2024’an de bi ala Herêma Federe ya Kurdistanê kişandibû û di telefonê de cih digirtin jî xistin îdianameyê. Wêneyê bi nivîsa “Let’s go Kurdistan (Hadê Kurdistan)" ku aydê kesekê din e û wêneyê bi dayikên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan di çalakiya Nobeta Edaletê de re hatiye kişandin jî weke hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin      Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku li qeydên HTS’ê hatiye nihêrtin û qeydên 5 salan hatine lêkolînkirin. Hat diyarkirin ku axaftinên weke “sûc” bên hesibandin nehatine dîtin lê belê Turan bi 24 kesên “qeyda wan a sûc heye” re li ser telefonê hevdîtin kiriye. Di îdianameyê de de bi hinceta wêneyên di telefonê de û raporên analîza HTS’ê, ji bo Turan îdiaya “Di nava YCWK’ê de dixebite” hate kirin.    Çalakiyên Newroz û tecrîdê yên Turan beşdar bûyê jî weke “çalakiyên rêxistinê” hatin nirxandin. Ji bo hevdîtinên ser telefonê Turan bi kesên “qeydan wan a sûc heye” re kirî jî ev îdia hate kirin: “Aşkera bûye ku pêwendiyên wî bi kesên têkiliya wan bi rêxistinê re heye. Gumanbarê ku têkiliya wî bi avadaniya ciwanan a rêxistinê YCWK’ê re heye, bi çalakiyên xwe yên domdar û cur bi cu re sûcê endamtiya rêxistinê kiriye.”    ÇI BÛBÛ?    Abdulsamet Turan, di 30’ê Cotmeha 2024’an de bi îdiaya “agahiyên îstîxbarî hene” di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Bi hinceta wêneyên di telefona Turan de, di 2’yê Mijdara 2024’an de hate girtin û şandin Girtîgeha Marmarayê ya li Sîlîvriyê. Der heqê Turan de 2 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin lê 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê her du caran jî bi sedema şertên “endamtiya rêxistinê” bicih ne aniye îdianame îdia kir.    MA / Omer Îbrahîmoglû