Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim 2025-06-08 15:45:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan di hevdîtina bi malbatê re peyama "Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim. Hemû gelê me silav dikim" şand.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 7'ê Hezîranê de bi munasebeta cejnê bi biraziyên xwe Omer Ocalan, Alî Ocalan û cara yekemîn bi du zarokan re hevdîtinê pêk anî. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarê hevdîtinê bibû, peyama Abdullah Ocalan parve kir.   Abdullah Ocalan bi munasebeta cejnê peyama "Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim. Hemû gelê me silav dikim" şand.   Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê X'ê diyar kir ku bi munasebeta cejnê hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ve dest pê kir, baweriya me pê xurt e ku dê bi xwe re siyaseteke nû, rêxistinbûneke nû û deriyên nû veke ji bo avakirina wateyê."