Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin 2025-06-14 16:53:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê daxuyand ku di êrişên Îsraîlê de 3 zanyar hatine kuştin.   Êrişên Îsraîl bo Îranê didome. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, di êrişên Îsraîlê de 3 zanyaran jiyana xwe ji dest dane. Di nûçeyê de hate ragihandin ku zanyarên jiyana xwe ji dest dane Alî Bekaî Kerîmî, Mansûr Askerî û Seîd Bûrcîn in.   Duh di danê sibê de artêşa Îsraîl, li dijî Îranê bi navê “Şêrê Bilind Dibe” operasyona leşkerî da destpêkirin. Di êrişan de Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Kaanî, Fermandariya Artêşa Muhafizên Şoreşê Huseyîn Selamî, Korgeneral Alî Reşîd û zanyarên nukleerî Ferîdûn Abbasî, Mûhammed Mehdî Tehrançî û gelek kesên dîtir jiyana xwe ji dest dabûn.