Li Amedê 3'emîn Konferansa Jinan destpê kir 2025-06-21 10:14:45 AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê 3'emîn Konferansa Platforma Jinên Kurd pêk tîne.  Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dirûşma; "Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ye" 3'emîn Konferansa Platforma Jinên Kurd li dar dixe û dê 2 rojan dewam bike. Konferans li avahiya Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) tê lidarxistin, ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin bi kincên xwe yên herêmî beşdarî konferansê bûn.    Li salona konferans tê lidarxistin flamayên ku bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî 'Jin jiyan azadî' hatiye nivîsand, hat daliqandin.   Berfirehiya nûçeyê tê…