Doza ‘îstîsmara zayendî ya li dijî zarok’ a mamosteyê qursê sibê dê lidarxistin 2025-06-22 09:34:32 RIHA - Danişîna doza mamoteyê tekvandoyê M.B. ku li Rihayê ji ber sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “Kes ji azadiyê bêpar hiştiye” tê darizandin, sibe dê bê lidarxistin.    Danişîna duyemîn a doza kesê bi navê M.B. ku li navçeya Karakopru ya Rihayê ji ber sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “kes ji azadiyê bêpar hiştiye” tê darizandin, sibe dê bê lidarxistin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, malbat zarok di navbera salên 2021-2022’yan de der heqê M.B. ku li qursa tekvandoyê ya di bin sîwana şaredariyê de mamostetî dikir, ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” gilî kir. Di 19’ê Cotmeha 2022’yan de jî Navenda Şopandina Zarok (ÇÎM) îfadeya zarok girt û ji bo lêkolînkirina mînakên DNA’yê jî cilên zarok ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re şand. Piştî encamên du sal piştre derketin, li ser cilên zarok tifik û mînakên DNA’yê yên M.B. hatin dîtin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî di 25’ê Mijdara 2024’an de der heqê M.B. de ji ber sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “Kes ji azadiyê bêpar hiştiye” îdianame amade kir. Di îdianameyê de îfadeyên zarok û bav cih girt. Lêbelê M.B. tevî rapora ATK’ê jî nehate girtin.    DANIŞÎN SIBE TÊ LIDARXISTIN    Danişîna ewil a doza M.B. di 19’ê Sibatê de li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Danişîna duyemîn jî sibe tê lidarxistin.