Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin 2025-06-26 15:22:35   STENBOL - Tehliyeya Serdar Başaran ku li Girtîgeha Bafrayê tê ragirtin, bi îdiaya “ji bo civakê xetere ye” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, tehliyeya Serdar Başaran bi îdiaya “ji bo civakê xetere ye” ji bo 6 mehan taloq kir. Başaran ku 3 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û diviyabû di 20’ê Gulanê de bihata berdan, lê tehliyeya wî hatibû astengkirin. Tehliyeya Başaran, bi îdiaya “daxwaza wî ya ji bo veqetîna ji rêxistinê nîne” û li odeya kesên ji heman dozê tên darizandin hatibûn nîşandan.    Başaran, li dijî biryara lijneyê îtîraz kir. Başaran, li ser telefonê ji malbata xwe re got ku civaknasekî nû yê di lijneyê de cih digire li ser pêyan jê re gotiye; “Heta ku tu li vê qawîşê bî em ê te tehliye nekin. Heta dadgeh jî tehliye bike em ê te tehliye nekin.”