Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin 2025-06-28 14:19:27 AMED – Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêrî xera kir û diyar kir ku polîsên ku di dema Newroza Licê de îşkence li zaroka 14 salî kirine divê di cezayê wan de 'kêmkirina mercên sivikkirinê' wernegirin. Li navçeya Licê ya Amedê di pîrozbahiyên Newroza 2023’an de Y. D. (14) ji aliyê polîsan hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat. Polîsan bi lêdan û îşkenceyê xwestin Y. D. bibêje Tirk e, heqaretê li Kurdan bike û Sirûda Îstîklalê bixwîne. Piştre dest  û lingê Y. D. girêdan û li rex hezgeya newalekê hiştin.     Piştî giliyê malbatê, der heqê aykût Oral ê yek ji midûrê emniyeta navçeyê û polîsên bi navê Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak de lêpirsîn hat vekirin. Piştre jî der heqê 5 polîsan de bi sûcdariya 'bêparhiştina ji azadiyê' û 'zerara li mal' doz hatibû vekirin. Di 5’ê Hezîrana 2024’ê de li Amedê ji bo her polîsekî bersûc 8 sal cezayê girtinê hat xwestin û ji ber 'zerara li milk' 4 hezar û 500 TL cezayê pereyan hat birîn.   HINCET LÊKOLÎNA KÊM E   Parêzerên bersûcan û parêzerê malbata Y.D Mehdî Ozdemîr îtiraza biryarê kirin. 7'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Amedê têkildarî serlêdana îtirazê biryar da. Daîreyê serlêdanên têkildarî cezayê pereyan red kir. Lê belê cezayên girtîgehê bi hinceta ' lêpirsîneke neqediyaye ' betal kir. Hat diyarkirin ku qeydên kamerayê, rapora pispor a li ser qeydên kamerayê, rapora lêkolînê ya li ser materyalên dîjîtal ên bersûcan û rapora analîz a HTS'ê ya li ser xeta GSM a girêdayî Y.D. di dosyaya dozê de cih negirtin. Daîreyê destnîşan kir ku divê mirov van mijaran di dosyayê de bi cih bike û biryareke li ser 'lêpirsîneke neqediyayî' hatiye dayîn.   ÎDIAYA MUDAXALEYA TIBÎ   Di biryara dadgehê de hat gotin ku Y.D. bi gumana ku di nava komê de kevir avêtine hatiye binçavkirin û ev jî 'zagonî' ye. Di biryarê de hat îdîakirin ku piştî Y.D. hatiye girtin, hatiye tespîtkirin ku bi 'mudaxleya tibî ya hêsan' dikare bê tedawîkirin, bi awayekî birîndar bûye. Her wiha hat gotin ku îhtîmala çalakiyên 'bersûcan' ku sûcê birîndarkirina bi zanebûn pêk tîne bi têrkerî nehatiye nîqaşkirin û Y.D. ji ber sûcê 'bêparhiştina azadiyê' bi hinceteke têrker hatiye cezakirin.   Hat ragihandin ku Y.D. bi îdîaya 'kevir avêtine' û 'qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye' hatiye binçavkirin û bêyî agiyê bide dozger hatiye berdan. Hat diyarkirin ku bêyî ku dozger agahdar bike Y. D. berdana polîsan 'îstîsmara desthilatdariyê' pêk tîne. Di vê çarçoveyê de hate diyarkirin ku dadgeha herêmî bêyî ku giliyê sûc bike biryar daye.   Heyeta dadgehê der barê bersûcan de bêyî ku serî li her şert û mercên sivikkirinê bide, dît ku ev biryar "ne qanûnî" tê dîtin.    Cezayên ku dane polîsan hatin xerakirin û tedbîrên kontrola edlî yên berdewam dikin jî hatin rakirin.   MA / Rukiye Payîz Adiguzel