Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da 2025-06-30 09:34:43   ENQERE - Cezayê girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve hate betalkirin.    Li ser daxwaza Wezareta Dadê, cezaya girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, bi biryarnameyeke ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ve hatiye weşandin ve hat betalkirin.   Endamê Komîsyona Edaletê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêrê Îdîrê Kerîm Boran, bi hinceta ku du malbatên di nabera wan de rageşî hebû li hev aniye, tevî 8 kesên temenmezin di sala 2021’an de ceza lê hate birîn. Boran, ji 2021’ê ve girtî ye û nexweşiyên wî yên weke dil, qelewî, KOAH, prostat û parkînsonê hene.  ATK’ê, di 2’yê Cotmeha 2023’yan de der barê Boran de rapora “rewşa kalbûnê heye” da. Lêbelê rexmê vê raporê Boran nehatibû tehliyekirin.    Parêzerê Boran, piştî vê biryarê di çarçoveya “Efûya serokkomar” de serî li Wezareta Dadê dabû. Wezaretê, di 18’ê Îlona 2024’an de tevî rapora ATK’ê serlêdan bo Serokkomariyê kir.  Serokkomar Erdogan der barê Boran de biryarname weşand û cezayê wî betal kir.    Tê payin ku Boran were berdan.