Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin 2025-07-05 11:12:38   STENBOL – Li Rihayê doza ku ji malbatekî 4 kes ji aliyê xizmên Zulfukar Îzol ê AKP’î hatibûn qetilkirin, dê ji nû ve bê lidarxistin. Parêzan, ji bo ragirtina bersûcên ku ceza xwaribûn serlêdana ragirtinê kirin.    Doza ku li gundê Çeltîk ê navçeya Sêwereg a Rihayê, di 15’ê Hezîrana 2019’an de, di êrişa ku kur û birayê parlamenterê AKP ê berê Zulfukar Îzol kiribû de ji malbetekî 4 kes hatibûn qetilkirin, dê ji nû ve bê lidarxistin.  1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Herêmî ya Konyayê, biryara Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Aksarayê dabû xera kir. Di biryara xirakirinê de hate destnîşankirin ku bersûc û dozdar ji aliyê heman parêzerî ve hatine temsîlkirin û hate diyarkirin ku ev yek ne li gorî Qanûna Parêzeriyê ye. Dê danişîna dozê di 9’ê Tîrmehê de bê lidarxistin.   DÊ DOZÊ JI NÛVE BÊ LIDARXISTIN   Piştî xirabûna biryarê, parêzerê malbata kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane Eren Keskîni, Jiyan Tosûn û Jiyan Kaya, serî li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran dan. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku di dozê de gelek “bêhiqûqî” hatine kirin û hate diyarkirin ku bersûcan qetlîam pêk anîne.   Hat diyarkirin ku bûyer ne wek “şerê di şert û mercên wekhev” an jî “şerê bi kevir û daran” ku di îdianameyê de hatiye diyarkirin pêk hatiye, berovajî vê yekê “bi plansazî” hatiye kirin. Di serlêdanê de hat gotin ku "Ev dosya ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Yek ji sedemên ku dosya bûye mijara nîqaşkirine ev e ku wekîlê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol e. Ji ber ku Îzol di çarçoveya lêpirsîn û dozgeriyê de mudaxeleyî dosyayê kiriye, her tim di nava raya giştî de bi guman maye. Qeydên HTS'ê yên ketine nava dosyaya Îzol de, Îzol bi gelek kesan re bi rêya telefonê axiviye. Îzol, di roja bûyerê de 4 caran bi Parlamenterê Rihayê Alî Cevherî re axiviye û ji Serdozgerê Sîweregê, bi fermandarê cenndirmeya navçeyê re gelek caran axiviye .Ev hemû ji aliyê dadgehê ve bi tu awayî nehatin nirxandin.”    ÎTIRAZA BO CEZAYA METÎN ÎZOL   Di serlêdanê cezaya Metîn Îzol ê ku 30 sal cezayê girtibû û xizmên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye jî hate bibîranîn û hate gotin ku Îzol di çarçoveya ‘xweparastinê’ de tevgeriyaye. Di serlêdanê de ev tişt hate gotin, "Li gorî fikra me ji ber dê dozê ji nû ve bê lidarxistin, divê hikmên xweparastinê yên der barê Metîn Îzol de ji nû ve bên nirxandin. Her wiha di dosyayê de 4 kuştî hene. Di dosyaya bersûcên ku bi sûcê kuştinê tên darizandin û sûcê wan hatiye îspatkirin, tu kes niha ne di girtîgehê de ne. Ji ber vê yekê ev rewş zirarê dide wicdana raya giştî. Di biryara dadgehê ya berê de, biryara der barê bersûcên beşdar Cemal Îzol, Cîhan Îzol, Serhat Ferman Îzol de hat dayîn, em daxwaz dikin ku li gorî ceza û mezinahiya sûc û hesta tirsê ya ku di raya giştî de çêkirye de biryara girtinê ji nû ve bê dayîn."   Metîn Îzolê ku em pê re axivîn, daxwaza girtina êrişkaran kir?   ÇI QEWIMÎ BÛ?   Doza ku li gundê Çeltîk ê navçeya Sêwereg a Rihayê, di 15’ê Hezîrana 2019’an de, di êrişa ku kur û birayê parlamenterê AKP ê berê Zulfukar Îzol kiribû de, ji malbetekî Zozan Îzol, hevjînê wê Hakki Îzol, Meral Îzol û kurê wê Mûsa Serhat Îzol jiyana xwe ji dest dabûn.    Piştî êrişê kurên Îzol ê AKP’î Bozan, Ferman, Bulent, Cîhan û Cemal hatibûn girtin. Bozam Îzol di 15’ê Tîrmeha 2019’an de hatibû berdan. Bulent Îzol di 6’ê Cotmeha 2020’an de, Cîhan Îzol di 5’ê Çileyê 2021’an, Cemal Îzol di 1’ê Hezîrana 2021’an, Ferman Îzol di 1’ê Hezîrana 2020’an bi hinceta Kovîd-19 hatibûn berdan.    REXMÊ 66 SAL CEZAYÊ BIRYARA RAGIRTINÊ NEHATE DAYÎN   Doz bi hinceta "ewlehiyê" bo Aksarayê hate veguhestin. Di danişîna ku di 25’ê Cotmeha 2023’an de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê hat dîtin de biryar hat dayîn ku 6 bersûc firar in û dosyayên wan ji hev cüda bûn. Ji bo Cîhan Îzol, Cemal Îzol û Ferman Îzol ewil ji ber sûcên "kuştina bi qestî û teşebûsa kuştinê" 4 cezayê muebbetê hat dayîn, paşê jî ji bo her yekî 66 sal û 3 meh ceza hat dayîn. Lê der barê 3 kesên ku bêyî binçavkirinê hatibûn darizandin de biryara girtinê nehat dayîn. Ji bo bersûcan tenê derketina derveyî welat hat qedexekirin.    Dosyaya Bozan Îzol ji ber ku biçûkiya temen hat veqetandin. Bulent Îzol ê ku ji sûcê "kuştina bi qestî" dihat darizandin, beraet kir. 6 kesên ku tê îdiakirin beşdarî bûyerê bûne hê jî firar in.   MA / Omer Îbrahîmoglû