Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike 2025-07-10 11:19:26   ESKÎŞEHÎR - Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku 12 sal berê hatibû kuştin Emel Kormaz, got: “Kesên ku zarokên me kuştin yek jî nehate cezakirin. Ev bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike.”    Xwendekarê Zanîngeha Eskîşehîrê Alî Îsmaîl Korkmaz (19) di dema berxwedana Parka Geziyê de di 2’yê Hezîrana 2013’yan de li Eskîşehîrê ji aliyê polîsan û kesên din ve hate qetilkirin. Korkmaz ê ku xwîn çû ser mêjiyê wî, di 10’ê Tîrmehê de li nexweşxaneya ku lê dihate tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.    Di doza têkildarî bûyerê de derket holê ku qeydên kamerayan ji aliyê polîsan ve hatine jêbirin. Di îdianameyê de tundiya li Korkmaz hatibû kirin, cih girt. Herwiha di qeydên kamerayan de tê dîtin ku polîsê bi navê Mevlut Saldogan bi pêhînan ve li serê Korkmaz dixe.   SERLÊDANA DMME'YÊ   Doz, bi hinceta “ewlehiyê” veguhestin Kayseriyê û Mevlut Saldogan ji ber sûcê “birîndarkirina bi qesdî û bûye sedema mirinê” 10 sal û 10 meh ceza xwar, polîs Yalçin Bulut 10 sal, dikandar Îsmaîl Koyuncu, Ramazan Koyuncu û Muhammet Vatanserver 6 sal û 8 meh, ji bo Ebubekir Harlar 3 sal û 4 meh ceza hat dayîn. Polîs Şaban Gokpinar û Huseyîn Engîn ji dozê beraet kirin.    1'emîn Daîreye Cezayan a Dadgeha Bilind, di 22'yê Kanûna 2016’an de cezaya polîs Mevlut Saldogan, polîs Yalçin Akbulut û dikandar Îsmaîl Koyuncû, Ramazan Koyuncu, Muhammet Vatansever erê kir. Herwiha daîreyê cezaya polîs Huseyîn Engîn û ya Ebubekîr Harlar xira kir.   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), têkildarî serlêdana malbatê di 2022’yan de biryara binpêkirina xala 17’emîn a “qedexeya tundiyê” ya Destûra Bingehîn da. AYM, ji bo ji nû ve darizandine polîs Huseyîn Engîn û dayîna tazmînatê biryar da û nusxeyek biryarê ji 3’yemîn Dageha Cezayê Giran a Kayseriyê re şand.    Dadgeha herêmî, 7 sal û 15 roj ceza da bersûc Huseyîn Engîn. 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, cezaya Huseyîn Engîn erê kir. Parêzerên malbatê bi hinceta “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da.   MALBAT JI BO ‘EDALETÊ’ TÊDIKOŞIN     Dayika Korkmaz, Emel Korkmazê got: “Di dibisatanê de zarokekî serketî bû. Ger îro bijiya dê her kesê wî wek merivek baş nas bikira. Lê mixabin bi derba wan qatilan  hate kuştin.”   Emel Kormakazê destnîşan kir ku kiryar cezayên ku heq dikirin negirtine û wiha domand: "10 sal ceza girtin lê 10 sal di girtîgehê de neman. Di derbeya 15’ê Tîrmehê de bi biryara tehliyeya bişert hatin berdan û vegeriyan ser karên xwe.”   WEQFA ALÎ ÎSMAÎL KORKMAZ   Emel Korkmazê anî ziman ku lawê wê di lênûska xwe de nivîsiye ku “ji bo civakê koma ciwanan” ava kiriye û wiha pê de çû: “Alî Îsmaîl, dixwest gelek tiştan bike. Me jî ji vê daxwaza wî îlham girt û Weqfa Alî Îsmaîl Korkmaz ava kir. Em bûrs didin xwendekaran û ji bo hunermendên ciwan me fon veqetandî.”   ‘AŞTÎ BI MALBATAN VE PÊK TÊ’   Emel Korkmazê, destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê têkoşîna malbatên ku zarokên xwe windakirine bê dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wezîrê Karê Hundir gotibû 'polîsên me destan nivisîne.’ Sersaxî jî nexwestin. Dê aştî çawa çêbe? Dê bi malbatên ku zarokên xwe di Geziyê de winda kirine an bi malbatên ku dewletê zarokên wan qetilkirine ve çêbe…”