Erdogmûş: Hincet neman, divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre 2025-07-10 13:26:11 ENQERE - Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş, banga Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku hinceta deshilatdariyê ya “PKK'ê” nemaye û divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre.   Duh Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 26 sal in li Girava Îmraliyê di tecrîda giran de ye, di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke dîrokî yê bidîmen kir. Siyasetmedar û nivîskar Abdulbakî Erdogmûş, banga bidîmen a Abdullah Ocalan nirxand.    Erdogmûş, bal kişand ku daxwazên demokratîk û hiqûqî û got ku pêwîst e îktîdar dev ji siyaseta otorîter berde.   ‘PÊVAJO HEVÎBEXŞ E’   Erdogmûş, diyar kir ku şahidiya pêvajoyeke dîrokî dikin û qonaxa pêvajoyê hêvîbexş e. Erdogmûş got: "Bidawîbûna têkoşîna çekdarî dê têkoşîna demokratîk xurt bike. Bi dilxwazî teslîmkirina çekan û fesixkirina PKK’ê dê rê li pêşiya demokrasiyê vebike. Êdî hincet neman û kesên ku demokrasîbûnê asteng bikin dê bibin berpirsiyar.”   ‘MUXATAB DESTHILATA SIYASÎ YE’    Erdogmûş, rave kir ku gotina Abdullah Ocalan ku vedibêje divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre muxatabê wê desthilata siyasî ye û wiha pê de çû: “Muxatab desthilata siyasî ye. Divê muxalefet jî ji bo serketina pêvajoye alîkariyê bide desthilatê. Herwiha divê civak ji berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî.”   ‘JI BO DIRÊJKIRINA PÊVAJOYÊ SEDEM NÎNE’    Erdogmûş, têkildarî avakirina komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin jî ev tişt anî ziman: "Avakirina komîsyonê rast û girîng e. Berî betlaneya Meclisê divê komîsyon bê avakirin. Ez tev li dirêjkirina pêvajoyê û avakirina mekanîzmayan nabim. PKK’ê xwe fesix kir û ji bo dirêjkirina pêvajoyê sedem nîne.”    ‘DIVÊ DEV JI SIYASETA OTOKRATÎK BÊ BERDAN’    Erdogmûş, destnîşan kir ku divê li gorî vê pêvajoya nû gav bên avêtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê êdî em dahatûyê biaxivin û ji raboriyê dersan derxin. Divê rexne jî bên kirin û dev ji siyaseta otorîter bê berdan.”