Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne 2025-07-12 09:08:17   ŞIRNEX – Li Şirnexê sazî û nûnerên partiyên ku beşdarî “Hevdîtinên Aştî û Demokratîk” bûbû, gotin “Du fikarên bingehîn hene, yek jê gavneavtîna dewletê ye, ya duyemîn mercên Rêbertiyê de guhertineke cidî tune.”   Hevdîtinên gel ên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27 Sibatê, berdewam dikin. “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) tê lidarxistin.   Li Şirnex û li navçeyên wê 90 civînên ku hatibûn plankrin jê 23 civîn lidarketin. Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî hevdîtinan da nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe kirin. Aktivîsta TJA’yê Çîmen Fîdan, endamê PM a DBP’ê Bunyamîn Şeker, Hevserokê Dem Partî yê Navçeya Qilebanê Abdullah Gun, rêvebirê Komeyala Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxararan a Botanê (TUHAD-DER) Cevher Onen, têkildarî daxwazên gel axivîn.    ‘GUMANÊN GEL HENE’   Cevher Guven, diyar kir ku baweriya gel bi Abdullah Ocalan heye û got: “Gelê ku pirsa ‘ji bo çi dewletê hêj gav neavêtiye?’ ‘Ji bo çi şer didome?’ naxwazin destê ku ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin vala bimînin. Gel ji Rêbertiyê bawer dikin loma xwedî li pêvajoyê derdikevin. Yek ji daxwazên bingehîn berdana girtiyên nexweş e. Gelek girtî û hikumxwar bi salan e bêhiqûqî di girtîgehan de ne. Ger girtî bên berdan dê baweriya gel zêdetir be. Gerîla zarên vî gelê ne. Heta li dijî wan operasyon bidome gel ji aştiyê bawer nake.”   ‘HEVÎ GEŞ DIBIN’   Hevserokê Dem Partiyê yê Navçeya Qilebanê Abdullah Gun, têkildarî xebatan axivî: “Em pêvajoyê bi gel re gotûbêj dikin û pêşniyarên wan digrin. Gel bi Rêbertiya xwe, ji partî û ji têkoşîna xwe bawer dike. Tu guman û fikareke gel di vî warî de nîne. Fikara gel gavneavêtina dewletê ye. Li ser maseya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê be gelê Kurd winda nake. Gelê me gelekî îdeolojîk û polîtîk e. Dayikên ku zarokên xwe di oxira têkoşînê de windakrine naxwazin êdî xwîn birije. Heviyên ji bo aştiyê roj bi roj geş dibin. Ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî divê.”   ‘JIN LI PÊVAJOYÊ XWEDÎ DERDIKEVIN’   Aktivîstaa TJA’yê Çîmen Fîdanê diyar kir ku hevdîtin bi moraleke bilind ve birêve diçin û ev tişt got: “Gel pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Pirsan dikin, rexne dikin. Pirsa sereke ‘dewlet ji bo çi gav navêje’ ye. Ji dewletê bi guman in. Heviya wan ji rêzdar Ocalan heye. Piştî banga dîrokî tiştên ku rêzdar Ocalan got yek bi yek bi cih hat. Divê her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe û pirsên xwe bipirsin.”   ‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ ÇÊBIN’   Endamê PM ê DBP’ê Bunyamîn Şeker, diyar kir ku piştî banga dîrokî gelek geşedan çêbû û wiha axivî: “Gelê Şirnaxê pêvajoyê dişopînin. Di baweriya dewletê de fikarên hene. Du fikarên bingehîn hene, yek jê gavneavtîna dewletê ye, ya duyemîn mercên Rêbertiyê de guhertineke cidî tune. Ji bo serketina pêvajoyê divê sererastkirinên hiqûqî bi awayeke cidî bên kirin. Gavên ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, pênaseya welatîbûnê û rakirina TMK’ê divê bên avêtin.”