Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e 2025-07-15 09:24:07     ÎZMÎR - Ekolojîstên ku piştgirîya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dikin, destnîşan kirin ku ev pêvajo derfetek e ji bo rawestandina êrişên li ser xwezayê.    Her çiqas şer û pevçûn pirî di ser mirina mirovan re bibin rojev jî, candarên din û ekosîstem jî zirarên mezin ji wan dibînin. Bi taybetî çekên giran ên ji aliyên dewletan ve tên bikaranîn ax û çavkaniyên avê qirêj dibin. Zevî û daristan tên wêrankirin û jîngehên candaran tên tunekirin.    Di şerê zêdetirî 40 salan ê li Kurdistanê de zirara herî mezin li xwezayê bûye. Bendav û santralên hîdroelektrîkê yên ji ber sedemên ewlehiyê hatine çêkirin, daristanên ji ber heman sedeman hatine wêrankirin û bombebaranên bi çekên giran ji bejahî û hewayî ve bûne sedema wêraniyeke berfireh a ekolojîk.   Tevî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara fesixkirina PKK'ê jî, êrişên li ser xwezayê bi dawî nebûne. Êrişên li ser deverên daristanî li gelek bajaran, bi taybetî li Şirnex û Amedê berdewam dikin û xweza bi rêya madenan tê talankirin.   Li gorî rêxistinên jîngehparêz û çalakvanên jîngehparêz, wêrankirin berdewam dikare û "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku pevçûnê bi dawî kir, dikare texrîbata tê kirin jî bide sekinandin. Ekolojîstan pêvajoya berdewam wekî "derfetek ji bo parastina xwezayê" bi nav kirin.   'PÊVAJO FIRSEND E'   Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Çirak diyar kir ku şeran ziyaneke mezin li xwezayê kiriye. Çirak got: "Bikaranîna çekan ne tenê zindiyan hedef girtiye. Bi tonan bombe û madeyên kîmyewîku li ser xwezayê hatine reşandin, telafiya wan ne pêkan e. Şer tenduristiya me xera kir û zirarên cidî yên aborî çêkir. Şewatên daristanan û çêkirina bendavan li herêmê zirar daye xwezayê. Desthilatê bi qanûnên ku derxistiye, bêyî ku çekan bi kar bîne jî, li ser xwezayê wêranî çêkiriye. Bêdengkirina çekan ji bo mirovan cîhekî diafirîne ku nefes bistînin. Ev pêvajo di heman demê de derfeta parastina xwezayê dide me. Her ku derfetên siyaseta demokratîk zêde dibin, derfetên parastina ekosîstemê jî zêde dibin."   'DIVÊ EM LI GEL AŞTIYÊ BIN'   Çalakvanê jîngehê Gurkan Develî jî destnîşan kir ku helwesta Abdullah Ocalan a li ser çareserkirina pirsgirêka kurd jidil e. Develî diyar kir ku dewlet di avêtina gavên pratîkî de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hêdî dimeşe. Develî got:  "Tirkiye, hewceyê normalîzekirina siyasî ye. Ev normalîzekirin garantiya civakeke demokratîk e. Ev ê amûra 'terorê' ya ku hêza siyasî niha mîna ço dihejîne ji holê rake û hawirdorekê biafirîne ku beşdariya gel di rêveberiya herêmî de zêde bike."   Develî diyar kir ku AKP xwezayê bi tevahî "tasfiye kiriye" û got: "Çandinî û xwedîkirina heywanan diperpitin. Berê, ez ji bo qirkirina daristanan çûbûm Çiyayê Cûdiyê. Min wêrankirina xwezayê li wir bi çavên xwe dît. Ji ber vê yekê, divê pêvajoyeke demokratîk bi lezgînî were destpêkirin û rejîma kapîtalîst a ku ev wêranî çêkiriye divê were reformkirin. Gund bi hinceta 'terorê' hatin tasfiyekirin. Em dikarin van komkujiyan wekî nîşaneke şer bibînin. Bidawîhatina şer û destpêkirina pêvajoya aştî û danûstandinan dê bandorek erênî li ser Tirkiyeyê bike. Em, ekolojîst, em ê li gel aştiyê bin. Divê em civak li gel aştiyê bin. Ez wiha difikirim ku divê em bi rêxistinên jîngehê re biaxivin û wan daxilî nava pêvajoyê bikin."   TÊKOŞÎN   Endama Zarokên Xwezayê Sedanûr Parmaksizê jî destnîşan kir ku desthilat li dijî xwezayê di şer de ye. Sedanûr Parmaksizê got: "Divê ev pêvajo wekî derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkan were dîtin. Lêbelê, divê em vê derfetê bi dest desthilatê re bernedin. Ev derfet bi tevahî bi têkoşîna me pêkan e. Em dikarin behsa komareke demokratîk bikin ku tê de xweza dibe kirde. Tişta yekem ku divê em bikin ev e ku têkoşîna ekolojîk berfireh bikin û vê têkoşînê civakî bikin. Têkoşîna ekolojîk di heman demê de têkoşînek li dijî kêmbûna avê û krîza avhewayê ye. Desthilat dê di şevekê de aştiyê nede me û dema ku aştî pêk were xweza dê ji nişkê ve nebe kirde. Têkoşîna me dê vê yekê diyar bike. Di vî warî de, divê em ji mîsyona hevgirtinê bi gelê kurd re derkevin û roleke çalak bigirin."   'DIVÊ EKOLOJÎST XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN'   Ekolojîst Huseyin Çaglar diyar kir ku banga Ocalan "pir hêja" ye ji ber ku ew bang li hemû gelan dike. Çaglar got: "Pêvajo dê bi têkoşîna me ya hevbeş bi serkeftî bi dawî bibe. Di salên dawî de, sermayeyê êrişên cidî li ser xwezayê dane destpêkirin. Li bajarên kurdan, bi hinceta 'ewlehiyê' êriş li ser xwezayê hene. Daristan ji aliyê dewletê ve hatine şewitandin. Daristanên ku hatine birîn radestî sermayeyê hatine kirin. Li rojavayê, xweza bi madenê tê wêrankirin. Avakirina aştiyê dê bihêle ku xweza nefes bigire. Lêbelê, divê neyê jibîrkirin ku piştî ku aştî pêk hat, sermaye dê bi awayên curbicur êrişan bide destpêkirin. Ji ber vê yekê, divê pêvajoya aştiyê jî wekî pêvajoyeke aştiyê bi xwezayê re were hesibandin. Em, wekî ekolojîst, divê xwedî li pêvajoyê derkevin."   Aktîvîsta jîngehê Meryem Gulbûdakê girîngiya pêvajoya berdewam destnîşan kir û got: "Di şer de xweza zirarê dibîne, daristan dişewitin û candar jiyana xwe ji dest didin. Ger hûn bi berdewamî li herêmekê bombeyan bibarînin û çekên kîmyewî bi kar bînin, jiyan li wir diqede. Divê em xwedî helwesteke alîgirê aştiyê bin. Ji ber ku xweza aîdî hemû zindiyan e. Ji ber vê yekê, divê polîtîkayên ku xwezayê diparêzin werin pêşxistin. Ev pêvajo derfetek e ku hemû êrişên li ser xwezayê werin rawestandin."   MA / Ûgûrcan Boztaş