Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere 2025-07-18 09:26:47   RIHA - Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, 13 salên Şoreşa Rojavayê nirxandin û diyar kir ku ew Sûriyeyeke ku mafên hemû gel û baweriyan tê de bên misogerkirin diparêzin û got: "Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navînê mînak e."   Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de gel li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên rejîmê ji bajêr derxist û rêveberiya bajêr bi dest xist. Ev dîroka ku gel dest danî ser rêveberiyê, di heman de wekî destpêka Şoreşa Rojavayê hat tomarkirin. Ji wê demê ve, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye hedefa gelek êrişan. Hemû êrişên hêzên girêdayî rejîma Baasê ya hilweşiyayî, DAIŞ, Tirkiye û komên paramîlîter hatin paşve xistin. Li dijî van êrişan berxwedaneke qehremanî hat nîşandan. Bi pejirandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel hem xwebaweriya xwe li hember van êrişan pêş xist û hem jî ji bo avakirina jiyaneke demokratîk hewldanên mezin da.   Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku yek ji pêşengên pêvajoya şoreşgerî ye, pêvajoya 13 salan û pêşketinên li herêmê nirxandin.   'HEDEFA ÊRIŞAN EM BÛN'   Muslim ku di salên destpêkê yên şoreşê de wekî hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kar kir, got: "Me fêm kir ku şoreş tê. Wê demê tişta ku me diviya me bikira ew bû ku em xwe amade bikin. Kurdan ev kir. Pêvajoya şoreşê ji bo Rojhilata Navînê jî xaleke werçerxê bû." Muslim diyar kir ku ew di sala 2011'an de, dema ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, ne amade bûne û got: "Em li bendê man heta ku şert û mercên erênî derketin holê. Piştre me dît ku ev hêzên çekdar hêdî hêdî bala xwe didin Rojavayê. Hêzên 'muxalefetê' li vir êriş kirin, îdia kirin ku 'hêzên rejîmê' li wir in. Lê me fêm kir ku hedefa rastîn a êrişan em bûn. Piştre me li Kobanê biryarek da; hêdî hêdî kanton hatin ragihandin. Baweriya gel hebû. Bi tevlêbûna tevgera azadiya kurd, cesareta gel mezin bû."   'TILIYA TIRKIYEYÊ TÊ DE HEBÛ'   Muslim diyar kir ku gel di 19'ê Tîrmehê de li her derê desthilatdarî bi dest xistiye û got: "Bi vî awayî, em bi sibeheke şoreşgerî şiyar bûn." Muslim destnîşan kir ku wan li dijî netew-dewletê projeya neteweya demokratîk daye pêşiya xwe û got: "Me paradîgmaya 'neteweya demokratîk' a Rêber Ocalan xist bernameya xwe. Me derî ji bo nasnameyên din vekir ku tevlî xebata me bibin. Em bi gelek nasnameyên cuda re, wek suryanî, ereb û asûrî, girêdayî hev in. Me ev rê bi paradîgmaya Rêber Ocalan şopand, xwesteka me ya ji bo netewe-dewletê ji holê rakir. Me qet behsa parçekirina Sûriyeyê nekir. Bê guman, vê nêzîkatiyê dijminatiya gelek netewe-dewletan li me zêde kir. Di nav gelê me de, em bi nêzîkatiyên neteweperest ên ku netewe-dewletê dixwestin re rû bi rû man. Redkirinek hebû ku qebûl bikin, wekî mînak, 'Çawa dibe ku kurd dewletek-neteweyî nexwazin?' Li aliyê din, bi gotinên wekî, 'Ew dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, ew komunîst in' êrişî me kirin. Tiliya Tirkiyeyê jî di avakirina van nêzîkatiyan de hebû."   GOTINÊN BARRACK   Muslim destnîşan kir ku feraseta dewleta neteweyî di bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navînê de heye û daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack ên vê dawiyê bi bîr xistın. Muslim got: "Daxuyaniyên Barrack ne ji bo berjewendiya me ne jî ji bo berjewendiya Sûriyeyê ne. Ev nêzîkatî 100 sal in bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, ji Peymana Sykes-Pîcot bigire heya Peymana Lozanê. Em dibînin ku li Ewropayê pergala dewleta neteweyî tê terikandin. Lêbelê, dema ku dor tê ser Rojhilata Navînê, ew dewletên neteweyî ferz dikin ji ber ku ev bi berjewendiyên wan re li hev nake. Li Swîsreyê, çar netew çr ziman hene, lê ji bo wan tiştek nayê gotin. Lêbelê, li Sûriyeyê, ew tekparêziyê diparêze. Barrack dibêje 'Em ji bo kurdan dewletek neteweyî naxwazin.' Bi vî awayî hewl dide ku xwe li ber dilê Tirkiyeyê xweş bike. Ew her wiha hewl dide ku me neçar bike ku em teslîmî feraseta ku em li dijî wê şer dikin. Em vê nêzîkatiyê û tişta ku tê hewl dan dizanin."   Muslim ku got "Em baweriya xwe bi raman, kiryarên xwe û hêza xwe tînin" destnîşan kir ku ew alîgirê yekîtîyê ne û teslîmbûnê qebûl nakin. Muslim got: "Ew dibêjin ku ew dixwazin bi me re bi hev re tevbigerin. Em jî vê dixwazin, lê ew ji me re vê venakin. Ji ber vê yekê, gelo ew li benda teslîmbûna me ne, an jî ew dixwazin vê yekê bi rêkeftinekê bi dest bixin? Em naxwazin tevlî Sûrîyeyeke ku ji hêla xîlafetekê ve tê rêvebirin bibin."   'EM BI RÊBER OCALAN BAWER IN'   Muslim destnîşan ku ew bi tu awayî teslîmbûnê qebûl nekin û ji bo lihevkirinê guhertina ferasetê pêwîst e. Muslim her wiha bal kişand ser nîqaşên li ser danîna çekên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî û got: "Danîna çekan ji aliyê QSD'ê ve tê wê wateyê ku hemû mirovên li vir dijîn dê bi gefa komkujî û qirkirinê re rû bi rû bimînin. Ger jiyan, çand û mafên mirovan werin misogerkirin, bê guman em jî ji çekan hez nakin. Ev çek ji bo parastinê ne. Lêbelê, ne rêkeftin heye, ne jî tawîz heye; ji me tê hêvîkirin ku em werin û çekên xwe deynin. Me perspektîfa Rêber Ocalan xistiye bernameya xwe û em li ser dixebitin. Ji wê rojê ve, gelê Sûriyeyê baweriya xwe bi bername û paradîgmaya wî aniye. Me hîn ev proje temam nekiriye. Lêbelê, tişta ku me di Rêveberiya Xweser de afirandiye ji bo her kesî bûye avanıyeke mînak. Ev ji bo her çar perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navînê mînak e û xizmetê dike. Berî her tiştî, guhertina hişmendiyê pir girîng e. Divê em hewldanên dewletên neteweyî yên ku dixwazin me bixin bin zextê û me manîpule bikin, têk bibin. Ji ber vê yekê em diyaloga Rêber Ocalan bi Tirkiyeyê re pir girîng dibînin. Ji ber ku ramanên Rêber Ocalan bi demê re cihê xwe dibînin. Em azadiya gelê kurd di nêzîkatiya Rêber Ocalan de dibînin.   MA / Ceylan Şahînlî