Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir 2025-07-18 11:46:19   WAN – Dema ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di destê hevşaredarên DEM Partiyî de bû şaredariyê otobus hîbeyî şaredariya Qelqeliyê kir û hemû projeyên ji bo Qelqeliyê hatibûn plankirin betal kir.   Dema ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) de bû, otobusa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo veguhastina rêwiyan a bajarî veqetand, ji aliyê qeyûm ve ji Şaredariya Qelqeliyê dîsa hat wergirtin. Qayûm her wiha protokola têkildarî veqetandina wesayîtan jî bi pêkanîna meclisa ku ji rayedaran pêk tê betal kir.   Qeyûmî îhaleyên rê, av, kanalîzasyon û karên li taxên gundewarî yên di dema DEM Partî de li navçeyê tên plankirin betal kir. Hevşaredarên Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar û Ecevît Ceylanci, li ser giliyên ku qeyûm li navçeyê kirine, daxuyanî dan.   ÎHALEYA AVÊ HAT BETALKIRIN   Hevşaredaran diyar kirin ku qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin hatiye tayînkirin ewilî îhaleya çêkirina rê ya ji bo 6 gundên girêdayî navçeyê betal kiriye û gotin, "Careke din di encama xebatên VASKÎ'yê de îhaleya danîna lûleyeke nû ya 58 kîlometre dirêj ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka ava vexwarinê ya 50 salan a navenda navçeyê û xeta kanalîzasyonê ya 8 kîlometreyî ji aliyê qeyûm ve hat betalkirin.   MAKÎNEYÊN KAR HATIN WERGIRTIN   Ji bo xizmeta pêwîstiyên çandiniyê yên şêniyên navçeyê ku debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin, tenê kepçeyek ji bo 58 tax û 22 gundan hatiye veqetandin û di vî warî de di nava şêniyên herêmê de rê li ber gazinên girîng vedike. Hema hema hemû makîneyên înşaetê ji şantiyeya rê ji navçeyê vekişiyane û tevî daxwazên me yên devkî û nivîskî jî ti bersiv ji tamîrkirin û xwedîkirina hemû rêyên di bin berpirsyariya şaredariya bajarê mezin de ne hatiye dayîn û di warê veguhastinê de êşên din li şêniyên navçeyê hatine kişandin.”   QEYÛM GEL MEXDÛR DIKE   Hevşaredaran destnîşan kirin ku wesayîta ji bo veguhastina gel a li navenda navçeyê hatiye veqetandin jî hatiye vegerandin û gotin, "Em zext, ambargo û cotstandartiya ji aliyê qeyûm ve hatiye ferzkirin qebûl nakin; em ê pêkanînên neheq ên qeyûm li malan û li her qadên jiyanê ji gelê xwe re vebêjin. Careke din van pêkanînan nîşan da ku armanca qeyûm ne xizmeta ji bo gel e."