Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû 2025-07-18 13:24:54   ENQERE - Civîna ku ji bo komîsyona ku tê plankirin li meclisê bê avakirin hate lidarxistin bi dawî bû.   Serokê meclisê Numan Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komisyona ku tê plankirin di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a derbarê pirsgirêka Kurd de bê avakirin hatin gel hev.    Di nav beşdaran de Cîgira Serokê Koma Parlamentoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Koma CHP'ê Murat Emîr, Cîgirê Serokê Koma Partiya ÎYÎ Murat Kavuncu, Endamê Koma Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen, Cîgirê Serokê Koma MHP'ê Erkan Akçay û Cîgirê Serokên Koma AKP'ê jî hebûn.     Civîn bi qasî du saet û nîvan dewam kir, gelek mijar hatin nîqaşkirin, tevî ku komîsyon dê bi qanûnan an jî bi însiyatîfa Kûrtûlmûş, hejmara endamên wê, prensîp û esasên xebatê hatin guftugokirin.