Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin 2025-07-19 10:55:18   ENQERE - Sînemaya Kizilırmak a di sala 1960'î de hat vekirin û yek ji bîranînên çandî yên bajêr hat hilweşandin.    Sînemaya Kizilırmak ku di sala 1960'î de li Enqereyê hat vekirin û heta sala 2024'an xizmet kir, di 22'ê Tebaxa 2024'an de ji ber sedemên aboriyê deriyê xwe girt. Hilweşandina avahiya ku kevn e, di meha Tîrmehê de dest pê kir. Ji bo hilweşandina avahiya ku beşeke wê ya mezin hilweşiya ye, xebat dewam dikin.   DÎROKA SÎNEMAYA KIZILIRMAKÊ    Sînemaya Kizilırmak ku di sala 1957 'an de li kolana Kizilırmak a taxa Kizilay a navçeya Çankaya ya Enqereyê hat çêkirin, di destpêkê de weke navenda kirîn û firotinê hat dîzaynkirin. Lê tenê beşa sînemayê bi hinceta ku li gorî çarçoweyên hiqûqî yên demê tevnegeriyaye hate vekirin. Di wê demê de bi tenê Ji Amerîkayiyên li Enqereyê dijîn re xizmet kir, di nava hefteyê de fîlm nîşan da û di dawiya hefteyê de weke dêrekê hat bikaranîn.    Ji salên 1960'î û vir ve Sînemaya Kizilırmak, ji Yeşilçamê heta Holîwodê, fîlmên festîvalê heta berhemên serbixwe, bi hezaran fîlm vehewîne.   Di sala 1974'an de ji nûve sererastkirineke mezin derbas bû û deriyê xwe ji hemû gelê Enqereyê re vekir. Bi taybetî ber bi dawiya salên 1990'î ve cûreyên fîlman zêde kir û hejmara ekranan li çaran zêde kir.    Sînemaya Kizilırmak di heman demê de malovanî ji bûyerên girîng ên weke Festîvala Fîlman a Jinan a Uçan Supurgeyê ya Navneteweyî, Rojên Fîlman a Mafên Mirovan, Festîvala Fîlman a Karkeran û Festîvala Fîlman a Enqereyê re kir û mohreke mezin li bîra çandê ya bajêr xist.