Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê 2025-07-22 22:15:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnexê 55 rêxistinên sivîl ragihandin ku ew piştgiriyê didin "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û gotin: "Parastina aştiyê parastina jiyanê ye. Wekî saziyên Şirnexê ji bo mezinkirina pêvajoya aştiyê soz didin. Divê edî ew welat bigihêje aştiyê."   55 rêxistinên sivîl û civakî yên Şirnexê ji bo piştgiriyê bidin "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyaniya ku li Qada Cumhuriyetê ya navenda Şirnexê hat dayin de nûnerên rêxistinan, partiyên siyasî û gelek kesên beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Şirnex aştiyê dixwaze” hat hilgirtin. Daxuyaniyê ji aliyê Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik ve hat xwendin.    Abdullah Findik anî ziman ku ew êşa şer dizanin lê xweşiyê aştiyê nizanin û dixwazin ferî xweşiya aştiyê bibin. Abdullah Findik bi lêv kir ku aştî bi xwe re başbûna aborî jî tîne û wiha got: “Em xwedîderketina vê pêvajoyê bi nirx dibînin. Bi piştgiriya gel pêvajo wê xurtir bibe. Bila bê zanîn ku ew firseteke dîrokî ye. Gava herî girîng a ku dewlet bavêje; reflekseke lezgînî nîşanî daxwaza aştiyê bide û piştgiriya daxwaza aştiyê ya gel bike. Ji bo wê jî berpirsyariya her kesî pir girîng e û divê hemû kes di uslub û tevgera xwe de baldar bibin ku rê li ber provakasyonan venekin. Divê zimanê aştiyê hakîmî her derê bibe. Ew yek ne tenê jiholêrakirina çekan e divê dawî li zext, qedexe û tundiyê were.”    Abdullah Findik destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de azadiya fikir û raman, bêalîbûna dadgehan şert e û ev tişt anîn ziman: “Heke wisa nebe aştî tenê di daxwazan de dimîne û civakî nabe. Bingeha hemû pirsgirêkên civakî ji krîza aborî biigre, heta tenduristî, perwerdehî û qetilkirina jinan e. Ji ber wê jî aştî çareseriya pirsgirêkan e. Em cara yekem zemîneke wisa bi plan û ewle derketiye holê. Xwedîderketin û mezinkirina vê zemînê peywîra me hemûyan e. Di aştiyê de kesekî winda bike tune ye. Îro tişta herî bi nirx ku em bidin kesên me yên windakirine aştî ye. Parastina aştiyê parastina jiyanê ye. Em jî weke saziyên Şirnexê ji bo mezinkirina pêvajoya aştiyê soz didin. Divê edî ew welat bigihêje aştiyê û di nava aştiyê de bijî.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.