Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin 2025-07-26 13:34:21 WAN – Der heqê gardiyanên ku li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tundî li girtiyan kiribû lêpirsîn hate destpêkirin. Şandeyek ku ji nûnerên Şaxa Komeleya Pişevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Wanê û Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar pêk dihat, çûn serdana Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ya ku bi tundiya gardiyanan li dijî girtiyan ve ketibû rojevê.    LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN   Şandeyê, bi Mizgîn Tetîk a ku di 24’ê Tîrmehê de rastî tundiya gelek gardiyanan hatibû, bi midur û dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de hate ragihandin ku der heqê gardiyanên ku tundî li girtiyan kirine lêpirsîn hatiye destpêkirin. Endamên şandeyê, di hevdîtina bi rayedaran re destnîşan kirin ku dê lêpirsînê bişopînin û ji bo pêşî li bûyerên wiha bê girtin divê hemû saziyên têkildar hestyar bin.   Şandeyê têkildarî serdanê raporeke berfireh amade bike û bi raya cemawerî re parve bike.