Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn 2025-07-27 11:08:48   ENQERE - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew bi Tayyîp Erdogan re axivî.    Serokkomarê Fransayê ku di meha Îlonê de di dema civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de ragihandibû ku ew ê dewleta Filîstînê nas bike, serê sibehê bi rêya hesabê xwe yê medyaya farazî diyar kir ku ew bi Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdoğan re axiviye.    Macron da zanîn ku wan rewşa li Xezayê û perspektîfa konferansa çareseriyê ya ji du dewletan nîqaş kirine. Di wiha nivîsand: "Ez tenê bi Serokkomar @RTErdogan re li ser rewşa Xezayê û perspektîfa konferansa çareseriyê ya bi du dewletan axivîm. Ji bo aştî û ewlekariya Îsraîlû Fîlîstîniyan divê her tişt bê kirin."