Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin 2025-07-28 09:21:31   HATAY - Ahmet Sert xwest bibe vasî lê ji ber şaşîtiyekê vasî tayînî wî kirin û niha nikare nasname ji zarokên xwe re derxe û jiyana wî serobino bû.   Ahmet Sert ê li navçeya Dortyol a Hatayê dijî, meha Sibatê ji bo nûkirina vasîtiya xwişka xwe ya girtî Tûgba Sert li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê serî li dadgehê da. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir; lê belê biryar li Midûriyeta Nifûsê bi rengekî ne rast hate kirin. Li şûna ku Ahmet Sert weke vasî qeyd bike, midûriyetê Tûgba Sert weke vasiyê Ahmet Sert qeyd kir. Ev rewş bû sedem ku Ahmet Sert nikaribe bi navê xwe ti danûstandinên fermî bike. Hesabên bankayê yên Sert hatin astengkirin. Sert ji bo zarokê xwe yê nû ji dayik bûye jî nikare nasnameyê derxe. Sert hem serî li Midûriyeta Nifûsê ya Dortyol a Hatayê û hem jî li saziyên li Kirşehîrê ku lê dixebite da, lê ti saziyê şaşitî sererast nekir û ji bo sererastkirinê gav neavêt. Bi tenê bi rêya noterê karîbû rastiyê hîn bibe.   ŞAŞÎ NEHAT SERERASTKIRIN   Sert xwest gilînameyên xwe bibe ber destê dadgeriyê, li Edliyeya Dortyolê serî li dozger da. Sert diyar kir ku polîsan ew saetekê li bendê maye û di dema lêpirsîna li ser çima birayê wî hatiye binçavkirin de lêpirsîn hatiye vekirin.Sert dema hewl dida li parêzerê xwe bigere, polîsan dengê xwe bilind kirine û wan jê re gotine, "Tu nikarî giliyê saziyeke dewletê bikî" bi awayekî bi bandor ew ji qereqolê derxist. Piştî bûyera qereqolê, îfadeya Sert jî dema vedigeriya cem malbata xwe ji aliyê dozgerê nobedar ve nehat girtin. Sert wiha got: "Dema li benda cem dozger bû, polîsên li qereqolê yekser bang li dozger kirin û gotin, 'li ser rêya edliyeyê ye'. Bi gotineke din, mafê gilîkirinê yê welatiyekî li ser telefonê hat tepisandin."   SERLÊDANA SÛC   Piştî vê pêvajoyê, Sert giliyê Midûryeta Nifûsê ya Dortyolê û Midûriyeta Polîsan a Dortyolê kir. Sert wiha axivî: "Hewl dan min bêdeng bikin. Li emniyetê hêras xwe anîn û li edliyeyê guh nedan min. Kesî nexwest berpirsyariya şaşitiya dewletê bigire ser milê xwe. Ev ne takekesî ye; polîtîkayeke sîstematîk e."   Sert da zanîn ku serlêdana wî ya li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CIMER) bêbersiv ma û wiha got: "Gotin, 'Em nikarin di mijarên hiqûqî de mudaxîl bibin'. Baş e, divê ez çawa li mafên xwe yên li vî bajarî bigerim? Keça min ji dayik bû, nasnameya wê nîne. Ez heme, lê tu mafên min tune ne'    Sert anî ziman ku ji bo şopandina pêvajoyê hem ji aliyê îdarî hem jî ji aliyê dadgeriyê ve ew ê di rojên pêş de serî li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) û Saziya Venêrin a Cemaweriyê bide.     MA / Hamdullah Yagiz Kesen