Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin 2025-07-29 21:38:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku gter Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin.   Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku eger Îsraîl agirbestê qebûl neke, ew ê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin. Serokwezîr Starmer şertên xwe yên bingehîn wiha rêz kir:   "*Daxuyaniya pabendbûna bi pêvajoyeke aştiyê ya demdirêj ku dê çareseriyek du dewletan bidest bixe,   *Ji bo bidawîkirina rewşa tirsnak ya li Xezzeyê divê gavên girîng werin avêtin,   *Divê bi zelalî bê gotin ku Şerîaya Rojava nayê îlhaqkirin."   Starmer di daxuyaniya xwe de her wiha xwest ku Hemas hemû rehîneyan serbest berde û agirbestê qebûl bike.   Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî hefteya borî ragihandibû ku ew ê di meha Îlonê de Filistînê nas bikin. Hefteya borî, Macron biryara xwe ya naskirina Filistînê li ser navê dewletê ragihandibû.Lêbelê, berevajî Starmer, Macron tu şertek li ser Îsraîlê ferz nekir.