Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin 2025-08-07 09:17:47 AMED - Îffet Mûtaş ku di dema şer de bav, du bira, birazî, kur û keça xwe winda kiriye, got: "Wekî kesekî ku êşa du xwişk û bira, du zarok, dayik, bav û biraziyê xwe Mazlum Tekdag dîtiye, em aştiyê dixwazin."   Çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku her hefte ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ve li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê tê lidarxistin, 860 hefte li dû xwe hişt. Yek ji kesên ku li aqûbeta xizmên xwe digere û dixwaze kiryar bên darizandin Îffet Mûtaş a 71 salî ye ku ji roja yekem ve bênavber beşdarî çalakiyan bûye. Îffet Mutaş ku di sala 1994'an de ji ber zilm û îşkenceya li gundê Entax ê navçeya Licê ya Amedê, neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Amedê bike û di dema şer de gelek xizmên xwe winda kiriye. Îffet Mutaş, di sala 1993'yan de birayê xwe Mehmet Tekdag ku dema diçû kar, di êrişekê kiryar nediyar de, winda kir. Di 13'ê Mijdara 1994'an de, birayê wê Alî Tekdag li Deriyê Çiyê hatiye binçavkirin û ji wê rojê de agahî jê nayên girtin. Îffet Mûtaşê di pevçûnekê de keça xwe jî winda kiriye. Îffet Mûtaşê ku hê jî cenazeyê keça xwe wernegirtiye, bavê wê jî ji ber îşkenceya endamên JÎTEM'ê jiyana xwe ji dest daye. Îffet Mûtaş ku ji ber derxiyeke wextê wê derbasbûyî li nexweşxaneyê kurê wê jiyana xwe ji dest da, kurê birayê wê Mazlum Tekdag jî di 1'ê Cotmeha 2019'an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişa balafirên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye.    Îffet Mûtaş ku beşdarî çalakiya ku di 31'ê Çileya 2009'an de bi daxwaza mafê definkirinê, pirsa li aqûbeta kesên windayê û dîtina sûcdaran dest pê kir bû, diyar kir ku di sala 1993'yan de, birayê wê Mehmet Tekdag dema ku piştî nîvro ber bi cihê karê xwe ve çûye, bi êrişeke çekdarî re rû bi rû hatiye û bi birîndarî ew birine nexweşxaneyê, lê polîsan rê li ber emeliyata wî girtiye û jiyana xwe ji dest daye. Îffet Mûtaşê got: "Dema ku Mehmet li Dortyola Rezanê çûye pastexaneya xwe, li naverasta kuçeyê ji paş de bi çekê hatiye qetilkirin." Îffet Mûtaşê, wiha domand: "Me ew rakir nexweşxaneyê. Gotin gere sewqî Enqereyê bê kirin, lê bi hinceta dinya mij bûye balafir peyde nekirine. Ew hê nebûbû 30 salî. Dema ku hat kuştin, çar zarokên wî hebûn. Mazlum Tekdag kurê wî bû. Ew jî paşê hat qetilkirin."   JI 1994'AN VE LI KEKÊ XWE DIGERE    Îffet Mûtaşê destnîşan kir ku birayê wê yê mezin Alî Tekdag 19 caran hatiye binçavkirin û berdan û got: "Dema ku ew hat binçavkirin û berdan, ji ber îşkenceya ku lê hat kirin, wan ew nas nekiriye. Ji ber ku ev binçavkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikirin, di 13'ê Mijdara 1994'an de ew dîsa hat girtin û me careke din ew nedît. Ez û dêya min li pey wî çûn, lê me hîn jî ew nedîtiye. Dêya min çar sal piştî mirina Alî, Mehmet û bavê min koça dawî kir. Deriyê wê her tim vekirî bû, bi hêviya ku Alî vegere. Ji wê demê ve ez hewl didim Alî bibînim. Ger hatibe kuştin, em hestiyên wî dixwazin û ger sax be, em wî dixwazin. Êşa me wekî duh teze ye. Heta ku ez bijîm, ez ê wan ji bîr nekim û ez ê xwedî li têkoşîna wan derkevim."   'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'    Îffet Mûtaşê bal kişand ser pêvajoya didome û got: "Em aştiyê dixwazin, em naxwazin xwîn birije. Wekî kesekî ku êşa du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe Mazlûm Tekdag dîtiye, em aştiyê dixwazin. Bes e, bila kes nemire. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dibêjin aştî û aştî. Ewqas tişt bi serê me de hatine, lê dîsa jî em aştiyê dixwazin."