Ji bo komîsyonê dê 3 kesên nû bên diyarkirin 2025-08-11 12:07:36 ENQERE - Partiya Îyiyê tu endamên xwe ji bo komîsyonê neşand û li ser vê yekê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji DEM Partî, AKP û CHP’ê daxwaz kir ku her yek ji wan endamekî/ê bişînin.  Ji bo “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” cihê 3 endaman ji Partiya Îyiyê re hatibû veqetandin. Lêbelê tu endam ji komîsyonê re neşand. Li ser vê yekê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji bo tijekirina cihê wan endaman, daxwaz ji DEM Partî, AKP û CHP’ê kir ku her yek ji wan endamekî/ê ji komîsyonê re bişînin.     Li gorî agahiyên Serokatiya Meclisê parve kirî, Kurtulmuş ji Serokatiya Komên Meclisê yên AKP, CHP û DEM Partiyê re nivîs şand jê daxwaz kir ku her yek ji wan ji bo komîsyonê endamekî/ê diyar bikin.    Di komîsyonê de niha 21 endamên AKP’ê, 10 endamên CHP’ê, 4 endamên DEM Partiyê, 4 endamên MHP’ê, 3 endamên Partiya Yenî Yolê, endamekî TÎP’ê, endamekî EMEP’ê, endamekî Partiya Çep, endamekî HUDA PAR’ê û endamekî Partiya Demokratê hene.