Jin li Wanê di atolyeya aboriyê de hatin cem hev 2025-08-21 16:04:49   WAN - GABB’ê, ji bo xurtkirin û xuyanîkirina keda jinê li Wanê atolyeya aboriyê li dar xist.    Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyên BaşûrRojhilatê Anatoliyayê (GABB), ji bo xurtkirin û xuyanîkirina keda jinê, li Wanê atolyeya aboriyê li dar xist. Atolye, li Akademiya Zarokan a Îpekyoluyê hate lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), kooperatîfên jinan, Hevseroka GABB’ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên navçeyên Wanê, endamên meclisê û gelek jin tev li bûn.   Jinên ku di baxçeyên jinan ên bajar ku ji hêla şaredariyan ve hatine vekirin de dixebitin, di atolyeyê de axivîn. Jinan ezmûnên xwe yên hilberîn û hevgirtinê di van baxçeyan de parve kirin û tekez kirin ku pêdiviyeke zêdetir bi qadên vî rengî heye. Jinan, girîngiya wan ji bo derfetên hilberînê, hevgirtinê û qezenca darayî ya jinan destnîşan kirin.   ‘JINAN ABORÎ AFIRANDIN’   Berpirsyara Seroka Yekîneya Aborî ya Rêveberiya Jinan a GABB’ê Perî Orun, di atolyeyê de axivî û tekez kir ku aborî meseleya debara jiyanê û parastinê ye û ne tenê domandina jiyanê ye. Perî Orunê got: “Aborî, parvekirin û nirxa kedê ye. Dema ku em behsa aboriyê dikin, em tenê li ser şîrket û pereyan difikirin lê aborî nan û rûnê dayikan e. Ev ked, xuha eniya jinên li baxçeyê dixebitin e. Jinan aborî afirandin.”   Hevseroka GABB'ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî diyar kir ku girêdana jinan a bi axê û afirandina keda wê gelek qedîm û dîrokî ye.   Aktîvîsta TJA’yê Azîme Işik jî anî ziman ku proje û keda jinan, pir hêja ye û got ku civak li ser keda jinan ava bûye.   Piştî axaftinan, jinan daxwaz û pêşniyarên xwe ji bo projeyên nû pêşkêş kirin.   Komxebat bi gerandina govendê û bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.