Dayikên ku axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin: Ji bo çareseriyê ji ewil zimanê me qebûl bikin 2025-08-22 13:49:32   AMED - Dayikên Aştiyê yên ku di civîna komîsyona li Meclisê de axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin, diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji ewil divê Kurdî were qebûlkirin û xwestin “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan jî bê cîbicîkirin.    Meclisa Dayikên Aştiyê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî astengkirina axaftina bi Kurdî ya di komîsyona li Meclisê hatiye avakirin de, daxuyanî dan. Yek ji Dayikên Aştiyê Nezahat Teke ku tev li civînê bûbû, anî ziman ku wan dixwestin êşên kişandine di komîsyonê de vebêjin.    TIŞTÊN AXIVÎN PARVE KIR   Nezahat Tekeyê got ku ji ber destûra axaftina wan a bi Kurdî nehatiye, dilê wan şikestiye û got: “Di komîsyonê de min got ‘Ez ji Amedê hatime, dayikeke Kurd im. Dixwazim bi zimanê xwe biaxivim.’ Heke çareseriyek çêbibe; heke zimanê min tune be, çanda min were înkarkirin, wê demê ez jî têm înkarkirin. Wekîlên li wir gotin ku dikarin wergerê bikin. Lê dîsa jî serokê meclisê qebûl nekir. Got ‘Dê neyê qeydkirin, bila bi Tirkî were axaftin.’ Min got ‘axaftina bi Tirkî bo min giran tê, zehmetiyê dikişînim.’ Lê dîsa jî qebûl nekirin.”    BANGA ‘JIDILBÛNÊ’ LI KURTULMUŞ KIR   Bi domdarî Nezahat Tekeyê anî ziman ku di komîsyonê de xwestine bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin û wiha pê de çû: “Divê birêz Ocalan jî di vê komîsyonê de cih bigirta, hewceye vê pêvajoyê birêve bibe. Bû 8 meh hêj dewletê tu gavek neavêtiye. Em di vê mijarê de axivîn. Zimanê me nehate qebûlkirin, vê ez gelek şikandim, dilê min ma. Heke nasnameya min, zimanê min tune be, wê demê tu hebûna min jî qebûl nakî. Heke pirsgirêka Kurd were çareserkirin, ji ewil divê Kurdî bibe zimanê fermî, divê bibe zimanê perwerdeyê. Heke kesekî bi Ingilîzî diaxive bihata, gelo dê we jê re wergêr negirta? Ez bang li komîsyon û serokê komîsyonê Nûman Kurtulmuş dikim ku jidil tevbigerin. Heke çareseriyek çêbibe, bila ji ewil zimanê min bê qebûlkirin. Zimanê me yê li Meclisê tê înkarkirin, hebûna me ye. Bila zimanê me were qebûlkirin. Em gelek şikestin.”    'ÇARESERÎ LI KU YE?’   Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku tev li civînê bûbû jî anî ziman ku 30 sal in li Stenbolê dijî lê hînî Tirkî nebûye. Sûltan Bozkurtê diyar kir ku bi Tirkî nizane lewma li Meclisê nekariye xwe baş bîne ziman û wiha got: “Heke di sedsala Tirkiyeyê ez nekarim li Meclisê bi Kurdî biaxivim, wê demê çareserî li ku ye? Heke nasnameya te hebe divê zimanê te jî hebe. Pirzimanî, dewlemendiya dewletekê ye. Her cureyên heqaret û zordestiyê li zimanê me kirin. Daxwaza me, dewleteke ku mafên mirovan û demokrasiyê nas dike ye. Em dewletekî mîna Tirkiyeyê naxwazin. Xwezî min hemû ziman bizaniya da ku min bikariya xwe bînim ziman. Li hêla din, Kurdan her gav avêtin lê dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye. Tecrîdeke salên dirêj e li girtîgehan didome heye. Zext hêj mîna berê didomin. Em dibînin ku tu tiştek neguheriye. Gel dibêje ku ji dewletê bawer nake. Ji ber ku pratîka wan li holê ye.”    Sûltan Bozkurtê xwest ku “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin.    'XWÎN BI AŞTIYÊ DIKARE WERE ŞÛŞTIN’   Dayika Aştiyê Havva Kiran jî anî ziman ku li dijî Kurdî bêtehemûliyek heye. Havva Kiranê, got: “Heke windan, diolvanî û mirovahiya wan hebûna, dê bigotina ‘Dayik in, du heb bi Tirkî axivîn, bila yek jî bi Kurdî biaxive.’ Xwezî me dayikan hemû ziman bizaniyan da ku me derdê xwe vegotibûya. Heta ku rêberî vî gelî (Ocalan) azad nebe ev gel jî dê azad nebe. Bi bi hezaran caran bangî dayikên leşker û polîsan kir. Me got ji bo aştiyê em bi destên hev bigirin. Heke maf, hiqûq û edalet hebûya dê zarokên me derneketina çiyê. Dayikên Kurd, Dayikên Aştiyê zarokên xwe defin dikin. Dîsa jî em li ser gorên zarokên xwe daxwaza aştiyê dikin. Weke Dayikên Aştiyê banga me ev e; bila dewlet destûra bingehîn biguherîne. Em, destûreke bingehîn a hebûna Kurdan qebûl dike dixwazin. Em edalet û demokrasiyê dixwazin. Di têkoşîna ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwîndê de em ê berpirsyartiya xwe bicih bînin. Xwîn bi xwînê nayê şûştin, xwîn bi aştiyê dikare were şûştin. Heta ku em sax bin em ê her aştiyê bixwazin.”