Mafên girtiyan ên sihbet, pirtûk û werzîşê tên astengkirin 2025-08-25 09:28:41   STENBOL - Mafên werzîş, sihbet û hevdîtinên ziyaretvanan ên girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kocaeliyê bi hinceta “hejmara kêm a personelan” tên astengkirin. Pirtûk jî bi hinceta “fikaredar e” tên desteserkirin.    Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tên ragirtin, ji mafên xwe yên werzîş, sihbet û hevdîtinê bi hinceta “hejmara personelan kêm e' bêpar tên hiştin. Herwiha pirtûkên girtiyan bi îdiaya “fikaredar e” tên desteserkirin. Dema girtî têkildarî pirsgirêkên heyî diçin îdareyê jî li girtiyan tê ferzkirin ku li ser pêyan bisekinin. Girtiyan, ji bo bidawîbûna van binpêkirinan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazê ya Cezayê de (CÎSST) û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dan. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li girtîgehê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan muxatebek nîn e. Herwiha hate destnîşankirin ku dema ji bo nîqaşkirina van pirsgirêkan çûn cem îdareya girtîgehê, li wan hatiye ferzkirin ku li ser pêyan bisekinin. Girtiyan di serlêdana xwe de gotin: “Ev sepana ku mirovan biçûk dixe û rêzê li mirov nagire, ne li gorî rêgeza rêveberiyek baş e. Di vê nêzikatiyê de tê israrkirin.”    MAFÊ WERZÎŞ Û SIHBETÊ TE ASTENGKIRIN   Bi domdarî girtiyan got: "Pirtûkên ku ji bo lêkolîn û xebatên nivîsînê tên girtîgehê, rexmê ku ne qedexe ne, ji aliyê îdareyê ve wek 'fikaredar e' tê dîtin û tên desteserkirin. He wiha li gorî rêgeznameyê 10 saet mafê me yê sihbet û werzîşê heye. Lê ev mafê me bi îdiaya ‘hejmara personelan kêm e' tê astengkirin.”   DAXWAZ: AFIRANDINA MERCÊN MIROVÎ   Di serlêdanê de hate diyarkirin ku daxwaza wan a guhertina qawîşan tê redkrin û ev tişt hate gotin: “Pirsgirêkên ku me vegotin û yên ku me negotin muxatabê wan îdareya girtîgehê ye. Daxwaza me ew e ku îdare pirsgirêkên me guhdar bike û li gorî mercên mirovane çareser bike. Herwiha em dixwazin ku dev ji ferzikirina sekna li ser piyan berde û ji bo çareserkirina pirsgirêkan têkeve nava hewldanê.”   MA / Omer Îbrahîmoglu