Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin 2025-08-27 09:26:07 WAN - Saîde Ulugana ku di pevçûnan de du zarokên xwe winda kiriye û beşdarî merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, got: "Cenazeyên zarokên me di qutî û çenteyan de dan me, lê tevî vê êşê jî, em dibêjin 'Aştî.' Em ziman û nasnameya xwe dixwazin"   Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîmeke şewitandina çekan li dar xist. Merasîm li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe, hat lidarxistin û nûnerên gelek beşên civakî, rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn. Kesên ku di pevçûnan de xizmên xwe winda kirine jî beşdarî merasîma şewitandina çekan bûn. Dayika Aştiyê Saîde Ulugana ku du zarokên xwe di pevçûnan de winda kiriye û beşdarî merasîma çekşewitandinê bû, diyar kir ku ew ê tevî êşa ku kişandine jî bibêjin "Aştî".   Saîde Ulugana, ku keça xwe Aynûr (Ronahî Tamara) ku di 1'ê Nîsana 2007'an de tev li PKK'ê bûbû, di 29'ê Nîsana 2021'ê de li Amedê û kurê xwe Ridvan Azad (Karker Tolhildan) ku di sala 2007'an de tev li PKK'ê bû, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li Efrînê winda kir, got ku ew piştî 93 rojan karîbûye cenazeyê keça xwe wergire. Saîde Ulugana ku diyar kir ku wê sê sal berê di şerekî li Licê de keça xwe winda kiriye, diyar kir ku ji bo ku cenaze neyê dayîn astengî hatine danîn. Saîde Uluganayê got: "Keça min di meha Remezanê de şehîd bû. Em her tim diçûn û dihatin. Me serî li edliyeyê û hemû saziyên pêwendîdar da. Me cenazeyê wê hilda û 93 roj piştî koça dawîyê defin kir. Her du zarokên min pir cuda bûn. Helwest, axaftin, rêberiya wan hemû pir cuda bûn. Her çend Aynûr biçûk bû jî, wê bi tevahî berpirsiyariya malê girt ser xwe. Aynûr her tim zarokeke serdest bû; çi bigota gere wiha bûya. Azad jî mîna Aynûr bû. Aynûr û Azad qet ji rêzgirtina xwe tawîz nedan û aramî didan der. Azad her tim bi hevalên xwe re wekî hevalan tevdigeriya; hevaltî ji bo wî yek ji tiştên herî girîng bû. Hevalên wî hîn jî gava ku ew serdana me dikin û qala wî dikin çavên tije dibe. Hevalên wî her tim dibêjin, 'Hevalek mîna wî tune ye.'"   Saîde Uluganayê diyar kir ku kurê wê dizanibû çi dixwaze û bi biryar bû û got: "Aynûr û Azad pir rastgo bûn. Ji ber nêzîkatiya xwe ya bi heval û kesên li dora xwe re, her kesî ji wan hez dikir. Kurê min û pismamê wî pir ji hev hez dikirin û bi hev re tev li PKK'ê bûn. Dema ku min ew sibehê ji bo dibistanê şiyar dikir, ew tenê çayek vedixwar û diçû. Min nedît zarokên min çawa mezin bûn. Aynûr ji bo min her tişt bû. Di navbera çûna her du zarokên min de duh meh hebûn. Çûn û min careke din ew nedîtin."   'DÎSA JÎ EM DIBÊJIN AŞTÎ'    Saîde Uluganayê hestên xwe yên di merasîma şewitandina çekan de ku wê şahidî lê kir, vegot: "Em, heft dayik, li wir bûn û kêliyên pir hestiyar dîtin. Dema ku em derbasî Zaxo bûn, ew hatin silavê li me bikin. Nirxa ku wan nîşanî me da bêhempa bû. Dema ku em derbasî Silêmaniyê bûn, em kelecanî bûn. Aliyekî me xemgîn, aliyê din jî bi bextewarî û aştiyê tijî bû. Ji her derê gelek kes hatibûn. Em nikarin kêliya yekem a ku kom gihîşt meydanê ji bîr bikin. Em hemû giriyan û dîtina wan li pêşiya me wekî ku em di xewnekê de bûn. Aramiya dîtina wan bêhempa bû. Dema ku wan çekên xwe şewitandin, em pir giriyan… Lê me di heman demê de hêvî jî hîs kir ji ber ku ev gaveke ber bi aştiyê ve bû. Lê ew qet teslîm nebûn; ev serkeftinek e. Me êş kişand û divê êdî kes êşê nekişîne. Cenazeyên zarokên me di qutî û çenteyan de dan me, lê tevî vê êşê jî, em dibêjin 'Aştî'. Em bi xwe bawer in; em ê aştiyê bînin."   Saîde Uluganayê diyar kir ku Besê Hozat di merasîma şewitandina çekan de Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi rê ve biriye û got ku ev yek ji hêz û mîsyona ku Abdullah Ocalan daye jinan derketiye holê.   'EM NASNAMEYA XWE Û HEBÛNA XWE DIXWAZIN'   Saîde Uluganayê diyar kir ku divê dewlet gavên berbiçav ji bo çareserkirina pirsgirêkê biavêje û got: "Berî her tiştî, berdana girtiyên nexweş û siyasî yên di girtîgehê de pir girîng e. Bi hezaran kes hene ku cezayên wan qediyane lê nehatine berdan û divê ew werin berdan. Bi mîlyonan kes ji ber cezayên hatine dayîn ji malên xwe hatine derxistin û yek ji van jî kurê min e. Divê ev qedexeyên li ser zimanê me werin rakirin û zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Ev doz ku bi salan e em ji bo wê têdikoşin, doza ziman e. Em nasnameya xwe û hebûna xwe dixwazin."   MA / Ozlem Yacan