ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN 2025-09-03 09:00:09   * Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi xurtkirina rêveberiyên herêmî û hemwelatîbûna wekhev a kurdan dikare pêkan be.    * Bi ser qetilkirina Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar re 32 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine dîtin. Cîhan Sîncar, diyar kir ku hevjînê wê ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê dixebitî û got: "Em nikarin dev ji rêya wî berdin."     * Danişîna doza 48 OHD û TUAD'iyan ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên darizandin, dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê were lidarxistin. (09.30)   * Li Semsûrê dê bi beşdariya Sebahat Tuncelê gotûbêja "Jin aştiyê diaxivin" bê lidarxistin. (11.00)