Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê 2025-09-05 17:23:39   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê îşkence, binpêkirina maf tenduristiyê û nêzîkatiyên xirab ên li hemberî girtiyan bi awayekî sistematik tên pêkanîn û hat xwestin ku demildest dawî li van pêkanînan bê.    Komeleya Hiqûqasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê, Baroya Şirnexê û TUHAD-DER Botanê 27'ê Tebaxê ji bo lêkolîna binpêkirina mafan ên Girtîgeha Şirnexê bi 13 girtiyan re hevdîtin pêk anîn û derbarê hevdîtinê de rapora hatiye amadekirin bi daxuyaniyekî ji raya giştî re parve kir. Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Şirnexê Sabrî Çatikkaş, Hevserokê ÎHD'a Şirnexê Şivan Sakman, Hevserokê TUHAD-FED Botanê Aydin Denîz û gelek endamên van saziyan tev li daxuyaniya li avahiya ÎHD'ê hat dayîn bûn.   Beriya daxuyaniyê endama OHD'ê parêzer Dîlan Elçiyê got ku wan li ser daxwaza girtiyan û malbatên girtiyan çûne girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anîne. Dîlan Elçiyê bi lêv kir ku wan binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê wekî rapor amade kirine û raporê bi raya giştî re parve dikin.   Piştî Elçiyê, Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Şirnex Parêzer Alî Adal der barê rapora hatiye amadekirin de daxuyanî xwend. Adal got ku gelek binpêkirinên mafan ji aliyê wan ve hatine tespîtkirin û ev tespît xal bi xal wiha ne:   "* Li girtîgehê nexweşên weke penceşêr, epîlepsî, kevirê li ser gurcik hene û li şûna dermankirinek baş were pêkanîn, ji bo van nwxweşan gelek astengî tên derxistin.   * Di têketina girtîgehê de lêgerîna bê cilik tê kirin, dema li hember vê bertek nîşan dayîn pêk tê, mudaxaleya fîzîkî pêk tê.   * Di hevdîtinên malbatan yên vekirî de gardiyan mafê jiyana taybet ya malbatan binpê dikin û hevdîtin ne li gor makezagonê pêk tê.   * Ji bo girtiyan dayîna pirtûkan bi 5 pirtûkan hatiye sînordarkirin û pirtûkên bi zimanê kurdî hatine nivîsîn nadin girtiyan."   Adal herî dawî bang li raya giştî kir ku li hember van pêkanîna rabin û xwest ku rayedarên dewletê jî peywira xwe pêk bînin.