Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin 2025-09-06 13:21:26   WAN - Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin ku hat ragihandin jiyana we ji dest daye.    Ji bo Fesîh Polat (Şahan Wan) ê ku hat eşkerekirin di sala 2001'ê de li Çewligê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye, li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn hat danîn. Bi pêşengiya  Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi girseyî serdana şînê hat kirin.    Girse, piştî duayan ji mala şînê derket.