Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan 2025-09-07 13:44:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên ji Kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin.    Kongra Star a Kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlibûna bi hezaran welatiyan meş li dar xist. Meş bi dirûşma “Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber misoger bikin” hat lidarxistin. Meş, ji qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” hatin berzkirin.    Meş li Qada Aştiyê veguherî mitîngê. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Xûnav Xelîl di mitîngê de axivî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir. Xûnav Xelîlê pêvajoya heyî weke “pêvajoya hebûnê” nirxand û xwest ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan her kes kar û xebatên xwe xurtir bike. Xûnav Xelîlê got: “Rêber Apo 27 sal e di Girtîgeha Îmraliyê de têdikoşe. Divê em jî wek gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke xurt bidin meşandin. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin."   Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.