Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin 2025-09-08 10:59:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îzmîrê li dijî qereqolê êrişa çekdarî hate kirin û di êrişê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan.    Li dijî Navenda Polîsan a Salih Îşgoren a navçeya Balçova ya Îzmîrê êrişa çekdarî hate kirin. Di êrişê de Midûrê Emniyetê Muhsîn Aydemîr û polîsê bi navê Hasan Akin hatin kuştin. Polîsên bi navên Omer Amîlag û Mûrat Dagli jî birîndar bûn.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di bûyerê de kesê bi navê E.B. (16) hatiye binçavkirin.