Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike 2025-09-11 09:04:32   AMED - Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Fadil Bedîrhanoglû diyar kir ku divê gelê Kurd li dora nirxên xwe bibe yek û yekitiya xwe misoger bike û got ku yekitiya Kurdan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike.   Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku di 10'ê Gulanê de li Amedê damezrandina xwe ragihand, xebatên xwe didomîne. Înîsiyatîf, bi berdewamî hewl dide ku bi rêya civîn û konferansên li Kurdistanê yekitiya di navbera Kurdan de pêş bixe û piştî Bazîdê amadekariyên konferanseke berfireh dike ku li Mêrdînê bê lidarxistin.   Ji Înîsyatîfa Yekitiya Demokratîk Fadil Bedirhanoglû diyar kir ku pêkhatina yekitiyê di navbera Kurdan de dê roleke girîng di pêvajoya aştiyê de bilîze û got ku divê her kes ji bo pêkhatina yekitiyê rola xwe bilîze. Bedirhanoglû bal kişand ser berxwedana xurt a Kurdan û got: "Di dîroka cîhanê de tu miletek evqas serkeftî nebûye. Miletekî ku yekitiya wî winda bûyî nikare bi ser bikeve. Ji ber vê yekê, ev reçete ye. Divê gel di her astê de yekitiyê bi dest bixe û xwe xurt bike. Bi rastî, hedîsa Pêxember dibêje, 'Hêza Xwedê di yekitiyê de ye.' Anku, dema ku miletek yekgirtî be, di navbera wan de manewiyateke bihêz tê avakirin. Ew manewiyat e ku nayê şikandin. Ji ber vê yekê, em dikarin vê bibêjin: Reçeteya serkeftinê yekitî ye. Divê yekitî ji bo her miletekî, her nifşekî, her çînê were bidestxistin. Werin em bibin yek. Heta em bi ser bikevin."   'EM YEKITIYA XWE XURT BIKIN'   Bedirhanoglû îşaret bi girîngiya yekitiyê di pêvajoyên aştîyê de kir û got: "Bê guman, karekî mezin li pêşiya me ye. Divê em wê bikin. Me konferansa xwe ya yekem li Bazîdê li dar xist. Bala mirovan kişand. Serkeftinek bû. Ez hêvî dikim ku di konferansên me yên pêşerojê de piştgiriyeke mezintir hebe û yekitî, hevgirtin û motîvasyon hîn xurttir bibin. Ez bang li hemû pêşengên Kurd dikim. Di vê serdema ku em îro tê de ne de, werin em bibin yek. Zilm li ser me hemûyan, li her derê Kurdistanê tê ferzkirin. Ne tenê li ser çînekê ye; li ser hemû çînan e. Zilma ku em pê re rû bi rû dimînin ne tenê ji ber bîrdoziya me ye; ew ji ber nasname, ziman û çanda me ye. Ji ber vê yekê, divê em yekitiya xwe li dora ziman, çand û axa xwe xurt bikin. Dema yekitiyê hatiye, dema serkeftinê ye. Ez bawer dikim ku ronahî dixuyê."    MA / Fethî Balaman