Bernameya Sûrfestê diyar bû 2025-09-16 14:58:34 AMED - Bernameya Sûfest 2’yê ku dê li navçeya dîrokî Sûrê bê lidarxistin û 3 rojan bidome, diyar bû.    Di navbera 19-21’ê Îlonê de li navçeya dîrokî Sûr a Amedê dê Sûrfest II were lidarxistin û bernameya wê diyar bû. Di mihrîcana ku ji hêla Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) organîze dike, Bernameya Piştgiriyê ya Çand û Hunerê (CultureCIVIC) piştevaniyê dike û bi şirîkatiya Şaredariya Sûrê tê lidarxistin de dê gelek çalakî bên lidarxistin. Çalakî dê li taxên Kabê, Tilêlek û Palukê yên girêdayî navçeya Sûrê bên lidarxistin.    BERNAMEYA MIHRÎCANÊ    19’ê Îlonê: Ji bo jin û zarokên Kabê dê atolye bê lidarxistin û konser bê dayin.    20’ê Îlonê: Dê ji bo jin û zarokên Tilêlekê atolye bê lidarxistin û fîlm bê pêşandan.    21’ê Îlonê: li Palukeyê dê ji bo jin û zarokan atolye bê lidarxistin. Koma Govendê dê derkeve ser dikê û konserek dê bê lidarxistin.