Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin 2025-09-16 15:03:44   AMED - Şaxa SES’a Amedê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê êrişên li dijî xebatkarên tenduristiyê protesto kir.      Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, têkildarî tundiya li xebatkarên tenduristiyê hatiye kirin, li pêşiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tundiya di tenduristiyê de rizîbûna pergalê ye” hate hilgirtin. Nûnera Kargehê ya SES’ê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl Songul Haşîmogûllari, di daxuyaniyê de got pergala tenduristiyê ya hatiye sorkirin pêşî li tundiyê vedike.    Songul Haşîmogûllari, da zanîn ku di 11’ê Îlonê de li beşa Lezgîn a nexweşxaneyê li dijî kedkarên tenduristiyê tundî hatiye kirin û got: “Rojek bi ser re derbas nebûbû ku îcar jî li beşa Emarê (Mr) li dijî 4 jê jin 5 xebatkarên tenduristiyê tundî hate kirin. Em ji bo rizgarkirina jiyana gel bi şev û roj kedê didin û qebûl nakin ku li cihên gef li jiyana me tê xwarin bixebitin. Rêveberiya nexweşxaneyê peywira xwe bicih nayîne û tevdîrên ewlehiyê kêm in. Bi sala ye Wezareta Tenduristiyê daxwazên me bicih nayîne û gavên bibandor naavêje. Ev jî dike ku çavê xwe li tundiya di qada tenduristiyê de bigirin. Heta ku tundiya di tenduristiyê de bi dawî dibe em ê bêdeng nebin, paşvegavê neavêjin û dest ji têkoşînê bernedin.”