‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’ 2025-09-16 15:37:26 AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur bi boneya 3’yemîn salvegera serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" daxuyanî da û got: “Serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar a xeyala azadiyê ya cîhanê.”    Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur bi boneya 3’yemîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî" daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serhildana “jin, jiyan, azadî” careke din nîşan daye ku yekitiya neteweyî ya Kurd neçariyeke.    ‘JIN JIYAN, AZADÎ’ BÛ DENGÊ HEVPAR Ê CÎHANÊ     Daxuyaniya Platformê wiha ye:    “Qetilkirina Jînayê,  êrişeke hovanê bû li dijî gelê Kurd, jin û hemû kesên bindest ên ji bo azadiyê têdikoşin. Piştî Jînayê, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dilê Kurdistanê derket, sînor derbas kir û li çar aliyên cîhanê bû dengê hevpar ê xeyalên azadiyê. Ev felsefe, ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latînî, ji Asyayê heta Ewropayê, bû ronahiyeke ku rêya têkoşîna jinan û gelan ronî dike.   FELSEFEYA OCALAN JI BO JINAN BÛ HÊVÎ      Tevgera Azadiya Jinên Kurd, ku bi salan e bi ked, têkoşîn û berxwedana bi hezaran jinan hatiye avakirin, bi paradîgmaya azadiya jinê ya rêzdar Abdullah Ocalan re gihîştiye asteke din. Ev paradîgma bi zelalî diyar dike ku bêyî azadiya jinê, azadiya civakê ne mimkun e. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya rêzdar Ocalan ji bo gelek rêxistinên jinan ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bûye çavkaniyeke îlhamê. Jinên ku ev felsefe hembêz kirine, li dijî pergala bavsalariyê, dîktatorî û her cure zordariyê bi biryar têdikoşin û nîşan didin ku jiyaneke azad bi pêşengiya jinan mimkun e.   EV FELSEFE ÊDÎ BÛ NIRXEKE GERDÛNÎ YÊ HEMÛ MIROVAHIYÊ      Îro, jin li her çar aliyên cîhanê, bi ruhê berxwedana Jîna Emînî li qadan in û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî zordariya mêrsalariyê, dîktatorî û bêedaletiyê dengê xwe bilind dikin. Ev felsefe êdî ne tenê ya jinên Kurd e, lê belê bûye nirxeke gerdûnî ya hemû mirovahiyê. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dirûşmek e; ew bangeke ji bo jiyaneke wekhev, adil û azad e ku jin, gel û xweza tê de bi hev re bi rûmet bijîn.   TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINAN TÊKOŞÎNA AZADIYA GELAN E      Em, di şexsê Jîna Emînê de li ber bîranîna hemû jinên hatine qetilkirin bi hurmet bejna xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bilindtir bikin. Têkoşîna azadiya jinê, di heman demê de têkoşîna azadiya gelan, xwezayê û rûmeta mirovahiyê ye. Bi vê wesîleyê, em bang li hemû jin, gel û hêzên demokratîk dikin ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê hembêz bikin, rêxistinbûnê xurt bikin û têkoşînê geş bikin.    TÊKOŞÎNÊ CAREKE DIN NÎŞAN DA KU YEKITIYA NETEWEYÎ NEÇARÎ YE     Vê têkoşînê careke din nîşanî me da ku yekitiya neteweyî ya demokratîk neçarî ye. Ji bo vê yekê, divê jin di zûtirîn demê de bibin pêşengên yekitiya neteweyî ya demokratîk. Em girîngiyê didin yekitiya jinan a li hemberî hemû cureyên zordariyê, şer û dagirkeriyê. Em bang li hemû jinên ku ji bo edaletê têdikoşin dikin ku bi vê têkoşînê re bibin yek. Jîna Emînî bû sembola berxwedanê, lê têkoşîna wê di dilê me hemûyan de dijî. Em ê bi ruhê wê yê şoreşgerî, li her deverê li dijî zilmê rawestin û ji bo jiyaneke azad têbikoşin. Bila ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibe ronahiya rêya me.”