MYK’a DEM Partiyê civiya 2025-09-23 11:13:14   ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiya.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de li navenda giştî civiya. Lijne, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari civiya. Di civînê de dê asta Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiyê, aliyên pêvajoyê yên pêş nakevin û geşedanên di rojevê de bên nirxandin.    Di civînê de her wiha dê xebatên di çarçoveya kampanyaya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku” de hatine kirin û xebatÊn heta dawiya meha Îlonê hatine plankirin, bên nîqaşkirin. Asta pêvajo gihiştiyê û kêmasiyên tên jiyîn dê dîsa bên nirxandin û qadên ku DEM Partî dikare rê li ber veke dê bên nîqaşkirin.    DÎROKA SERDANÊN OCALAN DI ROJEVÊ DE YE    Yek ji mijarên herî girîng a civînê jî dê nirxandina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Şandeya Îmraliyê yên têkildarî dîroka serdanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de be.    XEBATÊN KOMÎSYONÊ    Sererastkirinên yasayî yek ji rojevên sereke ya civîna MYK’ê ye. Bi taybet jî dê girîngiya sererastkirinên yasayî û guhdarîkirina komîsyonê ya li muxatabên esasî bê destnîşankirin û MYK çendek pêşniyaran bike.    Gavên divê li dijî polîtîkayên qirkirina ekolojiyê bên avêtin û xebatên têkildarî Meclisê ku dê di 1’ê Cotmehê de vebe jî ji mijarên sereke yên civîna MYK’ê ne.