Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin 2025-10-10 12:32:55   NAVENDA NÛÇEYAN - IHRNGO’yê ragihand ku li Îranê darvekirin zêde dibin û têkildarî 10’ê Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê daxuyanî da.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), di çarçoveya 10’ê Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 9’ê Cotmehê de herî kêm 15 û di sala 2025’an de jî herî kêm hezar û 105 kes ji hêla rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 30 salên dawî de rêjeya darvekirinê derketiye lûtkeyê.    JI SEDÎ 108 ZÊDE BÛ   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di sala 2024’an de 532 kes hatine darvekirin û îsal ev rêjeya ji sedî 108 zêde bûye. Hat gotin ku ev rewş di qada navneteweyî de rê li ber fikarên cidî vedike. Bi domdarî hat bibîrxistin ku li 52 girtîgehên Îranê çalakiyên “Roja Sêşemê Na ji Îdamê re” tên lidarxistin û bang li qada navneteweyî hate kirin ku bikevin nava tevgerê.    Rêxistinê ragihand ku ji hezar û 105 darvekirinên hatine tespîtkirin tenê 82 jê ji hêla rejîma Îranê ve hatine ragihandin û yên din jî ji hêla IHRNGO û saziyên serbixwe ve hatine teyîdkirin. Hat diyarkirin ku di sala 2025’an de 544 kes (ji sedî 49) bi hinceta sûcên tiryakê û yên girêdayî wê, 485 (ji sedî 43) kes ji ber sûcê cînayetê, 27 kes jî ji ber sûcê destdirêjiyê hatin darvekirin. Bi domdarî hate gotin ku 49 kes bi îdiaya “dijminatiya li Xwedê”, “Li ser rûyê erdê derxistina arîşeyê” û “serhildana çekdarî” hatin darvekirin û ji van 49 kesan 11 jê jî bi îdiaya “sîxûrtî ji Îsraîlê re kirine” hatine darvekrin. Ji kesên ji ber sûcên hatin darvekirin 30 jê jin in. Li gorî daneyan, ji kesên hatine darvekrin 122 jê Beluc, 67 jê Kurd, 20 jê Ahwazî Ereb û 60 jî Efxan in.    BANG LI QADA NAVNETEWEYÎ KIR    Dîrektorê IHRNGO’ê Mahmood Amiry-Moghaddam, got: “Îran, di Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Îdamê ya Cîhanê de yek ji serdemên herî tarî ya dîroka modern dijî. Înfazên rojane weke amûrekî tirsandina civakê tê bikaranîn Lêbelê tevgera li dijî îdamê ya li Îranê li dijî van darvekirinan di eniya pêş de cih digire. Em bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan û civakên li dijî cezayê îdamê dikin ku piştgiriyê bidin gelê Îranê, aktîvîstên Îranê û piştevaniyê bi tevgera ‘Roja Sêşemê Na ji Îdamê re’ re bikin û ji bo avakirina Îraneke cezayê îdamê tê de tune ye, alîkariyê bidin me.”    ROJA SÊŞEMÊ NA JI ÎDAMAN RE    Kampanyaya “Roja Sêşemê Na ji Îdaman re” ku li 52 girtîgehên Îranê tê domandin, di 7’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku di salekê de hezar û 695 kes hatine darvekirin.