Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin 2025-10-11 15:02:42   ŞIRNEX – Rojnamevan Ronî Rûbar Îmen ê ku li Cizîrê hatibû binçavkirin, bi rêya parêzerê xwe ragihand ku di binçavan de tundî li wî hatiye kirin.   Nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen ê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû Herêma Kurdistanê di ketina navçeya Cizîrê ya Şirnexê de li xala lêgerînê ya polîsan duh bi şev hate binçavkirin. Hate zanîn Îmen bi îdiaya “derbarê wî de îxbar heye” ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.   TUNDÎ LI ROJNAMEVAN HATIYE KIRIN   Parêzerê Îmen, çû Midûriyeta Polîsan û bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anî. Îmen bi rêya parêzerên xwe agahî şandin. Parêzer ragihand ku rewşa miwekîlê wî baş e lê belê îşkenceya fizîkî lê hatiye kirin. Parêzer diyar kir ku polîsan dema miwekîlê wî kirine binçavan lêdan e û ev lêdan ji Cizîrê heta Şirnexê berdewam kiriye û zextên derûnî lê hatiye kirin. Parêzer da zanîn ku piştî Îmen birine midûriyeta polîsan a Şirnexê jî li vir jî polîsan lê zext kirine û lêdan e. Parêzer bang li raya giştî ya demokratîk kir ku xwedî li miwekîlê wî Îmen derkeve. Parêzer da zanîn ku miwekîlê yê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû Herêma Kurdistanê bi rê de hatiye binçavkirin.   Ronî Îmen bi rêya parêzerê xwe ragihandiye ku polîsan stranên nijadperest pê dane guhdarîkirin û telefona wî jî desteser kirin e.   Hate zanîn ku sibe dê Îmen ji bo îfadeyê sewqî dozgeriyê bikin.