Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin 2025-10-12 12:27:37 MÊRDÎN - Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mêrdînê hat lidarxistin de hat gotin ku bi polîtîkayên mijûlkirinê û bi zexta çekberdanê ya li Rojava tê kirin re pêvajo tê xitimandin.  Encamnameya “Konferansa Jiyana Hevpar û Demokratîk a Bawerî û Gelan li Mezopotamyayê” ku ji hêla Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li Mêrdînê hatibû lidarxistin, hat aşkerakirin. Encamname, li Meydana Cumhuriyetê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di daxuyaniyê de spasiya beşdaran kir.    Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Menîce Rumeysa Gulmez û ya bi Tirkî jî Hîlmî Aydogdu xwend.    ‘KONFERANS BI COŞ HAT LIDARXISTIN’   Di encamnameyê de hate diyarkirin ku konferans bi beşdariya beşdariya gel, kom bawerî, akademîsyen, siyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl bi coş hatiye lidarxistin. Bi domdarî di encamnameyê de wiha hate gotin:    “Konferansa me; ji bo tiştên ku ji paşerojê heta roja îroyîn qewimîn cardin di bîra me de cih bigire, bû qada lêhûrbûn û niqaşa mejiyî yên rojane. Konferansa me; di heman demê de tevî bûyerên ku di dîrokê de qewimîne, şert û mercên li cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn hatine guhertin, pêwistiyên civakî, bendewarî û daxwazan; ji bo ku em karibin ligel cudahiyên xwe, navendeke demokratîk a bi hêz ava bikin bû platformeke lêhûrbûn û nîqaşan.    Ji sed salî wêdetir e ku li Kurdistan û li ser hemû gelên Kurdistanê, li ser hemû bawerî û çandan qetlîam û polîtîkayên jenosîdê hatin meşandin, gel bi qirkirinên çandî û bawerî re rûbîrû hatin hiştin. Di nava van sed salan de gelên me û komên bawerî rastî polîtîka û pratîkên sirgûn û pişaftinê hatin. Di encama van kiryaran de gelên Mezopotamyayê ku ev der bi saya wan di nava hezar salan de bû warê şaristaniyê, ji axa xwe hatin dûrxistin û bêwelatî kirin para gelan. Bi zext û zordarî, bi pratikên koçberkirinê xwestin ku xaka Kurdistanê bê mirov bihêlin, hişk bikin. Ji ber ev zilm û zordarî, êş û trajediyan di jiyana me ya civakî de birînen giran vebûn, şikestinên mezin çêbûn.     HEMÛ GEL LI SER ESASÊ HEZKIRINÊ DIKARIN BI HEV RE BIJÎN      Konferansa me; tevî bi awayekî zelal binî xêzkirina hemû trajediyên civakî, van wek realîte dipejirîne û bang dike ku xeletî û êşên kûr ên di paşerojê de pêkhatine wek ezmûn werin qebûlkirin. Herwiha hat amajekirin ku hemû gel û bawerî ji berevajiya fanatîzma li ser navê dîn tê kirin, bi bilindkirina ked û hezkirinê dikarin bi piştevanî û yekitiyê bi awayekî azad û wekhev bijîn; dîsa hat amajekirin ku civakeke demokratîk ku hemû gelên Kurdistanê weke parçeyê xwe yê bingeh dibîne, pêkan e û hewcedariya bi heqîqeta zanistî ya ‘dîrok di paşerojê de, siberoj di pêşerojêyê de’ lêhûrbûna sibêrojê hat destnîşankirin. Cihê ku em ê çareserî û sedemên pirsgirêkên civakî û siyasî ku gelên me du sedsal in rûbirû mane, bibînin paşeroja hemû gelên Mezopotamya ye.    Konferansa me; tevî binî xêzkirina girîngiya civakî û dîrokî ya nirxên ku di nava nîv sedsalê de ji aliyê têkoşîna demokrasî û azadiyê ve, li Kurdistanê ligel pêşveçûneke mezin, azadiya jinê û ekolojîk-demokratîk, pêşketineke civakî ya modern afirandiye. Herwiha ji bo afirandina jiyaneke hevpar a gelên Kurdistanî û komên bawerî serdemeke nû vekiriye.    GELÊN KURDISTANÊ BÛNE HÊVIYA HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN     Konferansa me; ligel rastiya Rojhilata Navîn û geşedanên dawîn ên civakî - polîtîk, binî xêz kir ku gelên Kurdistanê di vê sedsalê de bûnê hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û pêşengiya guhertin û veguherandinê ya li Rojhilata Navîn dikin. Bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ku nîv sedsal e didome, tevgera azadiya Kurdistanê di qada neteweyî, herêmî û navneteweyî de deng da û heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya birêxistî û modern ava kir.    NETEWEYA DEMOKRATÎK BÛYE ALTERNATÎFA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST     Heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya modern, rêya çareseriya pirsgirêkên civakî, dînî û neteweyî jî nîşan dide. Li Kurdistanê ku gelek ziman, çand, etnîsîte û bawerî lê dijîn, ji bo her komên civakî karibin xwe di nav de bi awayekî wekhev û azad bibînin, jiyankirin û sazkirina paradîgmaya Civaka Demokratîk - Neteweya Demokratîk li hemberî modernîteya kapîtalîst wek modeleka alternatîf û zanistî ya çareseriyê dinirxîne.    YEKPERESTIYÊ BI XWE RE ŞER Û ÊŞ ANÎ   Bi bîrdoziya Netewe-dewlet ku li ser mejiyê Îttîhad-Terakkî ava bûye, ji xeynî senteza Tirk - Îslam; gel, ziman, çand û baweriyên din înkar dike, li ser wan bi awayekî berfireh polîtîkayên pişaftinê dimeşîne. Heta ku bi awayekî îronîk wateya mizgeft û cemxaneyan tê tunekirin, ji eslê xwe tên dûrxistin û bi armanca rewakirina polîtîkayên şer tên bi kar anîn. Di konferansa me de binî hat xêzkirin ku kiryarên zihniyeta tekperest ku sed sal e didome, ji bo Tirkiye, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn aştî û aramî neanî. Ji ber vê, konferansa me anî ziman ku dema dev ji berdana pratîkên sedsalî yên netewe-dewleta yekperest ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû sedema berdêl û êşên giran, hatiye û divê polîtîkayên ku hemû gel û bawerî jê sûd werbigrin werin destpêkirin.    Konferansa me; nirxand ku li Kurdistanê û di şexsiyeta gelên Kurdistanê de pêkhatina paradîgmaya Civaka Demokratîk - Neteweya Demokratîk, ji derveyî sînorên Kurdistanê jî li ser herêmên din xwediyê hêza demokratîkkirinê ye. Ji ber şer û pevçûnên di navbera Îsraîl - Filistîn, Îsraîl - Hizbullah, HTŞ û hemû gelên din li Sûriyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn bidawî bibin û li vir aştî were sazkirin, rêya herî bi bandor qebûlkirina heqîqeta civaka demokratîk e.    BANGA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E      Konferansa me; Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibata 2025’an hat deklarekirin, hem ji bo aştiya Tirk û Kurd hem jî ji ber bandora li ser herêmê û cîhanê gelek girîng û bi nirx dibîne. Herwiha paradîgmaya Civaka Demokratîk tenê ne ji aliyê civakî û polîtîk, di heman demê de wek hebûna civakî ya exlaqî û polîtîk dinirxîne.    Konferansa me; di avakirina Civaka Demokratîk de biniyê paradîgmaya azadîxwaz a jinan xêz kir, ji ber bandora wê ya neteweyî, herêmî û global ku xwediyê dînamîzma guhertinê ye, girîngiyeke mezin dide rola pêşengiya tevgera jinê ya Kurdistanê.     ÊRIŞÊN SER ROJAVA HAT ŞERMEZARKIRIN      Li Rojava ku bi şîara ‘cudatiyên me mîsogeriya me ne’ hatiye avakirin, êrişên li ser civaka demokratîk, herî zêde li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên bajarê Helebê zêde bûne. Armanca hêzên leşkerî yên HTŞ’ê ku dixwest wek qetlîama li ser gelên Elewî û Durziyan pêk anî, li Rojavayê jî pêk bîne lê pêşiya hewla qetlîamê bi saya gel û hêzên parastinê yên gel hat girtin. Di Konferansa me de van hemû êriş bi tundî hatin şermezar kirin. Herwiha, Konferansa me hilbijartinên ku tê îdîakirin li Sûriyeyê pêk hat, ji ber beşdar nekirina hemû gelên Sûriyeyê û rêbaza ku hat bikaranîn, wek rewa nabîne.    DIVÊ LI SER MAFÊ XWEPARASTINÊ YÊ ROJAVA BAZARÎ NEYÊN KIRIN   Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di nava hemû civakê de kelecan û hêviyeke mezin derxist holê, bi taybetî ji ber gav neavêtina dewletê û zexta li ser gelê Rojava ya ji bo çek berdanê wek kiryarên li dijî pêvajoyê dinirxîne. Bang hat kirin ku li ser îradeya xwe ya parastina cewherî ya gelê Rojava bazarî neyê kirin û dev ji mudaxaleyê were berdan.    BANGA YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ   Konferansa me; tevî geşedanên li Rojhilata Navîn, nirxand ku ji bo çareseriyeke aştiyane - demokratîk a pirsgirêka Kurd û Kurdistanê firsend û derfetên mezin pêk hatine û banga xwe ya yekitiya neteweyî ya li hemû partiyên Kurdistanî û siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, eşiret hwd. dubare dike.    Konferansa me; komploya 9’ê Cotmehê ya di şexsiyeta birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hat û qetlîama Gar a 10’ê Cotmehê şermezar dike.    GAVÊN HIQÛQÎ Û YASAYÎ BIAVÊJIN    Konferansa me; ji serî de heta îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand û tevî girîng dîtina komîsyanê ku di TBMM’ê de hatiye avakirin, bêyî avêtina gavên demokratîk bal kişand li ser rîska lawazbûna bendewarî û hêviya civakî. Ji ber vê, bang li dewletê hat kirin ku di serî de ji bo mafê hêviyê, di çarçoveya pêvajoya aştî û demokratîk de gavên yasayî, hiqûqî û siyasî bên avêtin.”