Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin 2025-10-12 14:30:52   RIHA - Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi boneya salvegera qetilkirina Hevrîn Xelefê “Kampanyaya Sûriyeyeke azad û demokratîk” da destpêkirin.    Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk, nenavendî ava bikin” kampanyaya “Sûriyeyeke azad û demokratîk” da destpêkirin. Kampanya dê heta 12’ê Mijdara 2025’an bidome. Bi boneya 6’emîn salvegera qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelefê, li du deveran daxuyanî hatin dayin. Daxuyanî li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li Reqayê û li Stadyuma 12’ê Adarê ya Qamişloyê hate xwendin.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sûriye di qonaxek veguhêz a krîtîk re derbas dibe û projeyên ku jin di mekanîzmaya biryardayînê de cih nagirin tên pêşxistin. Bi domdarî hate diyarkirin ku tundiya li dijî jinan tê paşguhkirin, jin di qadên siyasî û civakî de bêpar tên hiştin û wiha domiya: “Di vê rewşê de em hewcedariyeke lezgîn dibînin ku dengê jinên azad bikin yek û enerjiya jinan veguherînin hêzeke siyasî ku bikaribe teşe bide pêşerojeke bi edalet û demokratîk a welat.”    KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN   Di berdewamê de hate destnîşankirin ku bi vê pêwîstiyê ew kampanyaya xwe didin destpêkirin. Daxuyanî wiha domiya: “Ji bo wefadariya giyanê şehîd Hevrîn Xelef ku bi îradeya xwe ya azad wateya pêşengtiya jin a berpirsiyar û projeya jiyana hevbeş û wekheviyê di navbera gelan de temsîl kir. Ev kampanya ji ruhê Konferansa Jinên Sûriyeyê ya ku di 20’ê Îlona 2025’an de li Hesekê bi înîsiyatîfa Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbiyayê hate meşandin derdikeve holê.”    ‘TÊKOŞÎNEKE KOLEKTÎF A LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DÛRXISTINÊ YE’   Hat gotin ku kampanya têkoşîneke kolektîf a li dijî polîtîkayên dûrxistinê, li dijî hewldanên marjînalîzekirina destkeftiyên jinan û li dijî hemû hêzên ku hewl didin civakê vegerînin meydana baviksalarî ya desthilatdariya kevin. Hat daxuyandin ku kampanyaya wan ji bo Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk a bi pêşengtiya jina ye û divê jin di dilê pêvajoya veguherîna demokratîk de cih bigirin.    ARMANCA KAMPANYAYÊ    Armanca kampanyayê jî wiha hate rêzkirin:    * Yekkirina rêzên jinên Sûriyeyî ku hevgirtineke jinan a neteweyî ya berfireh ava bibe da ku bikare bandorê li pêşeroja welêt bike.   * Têkoşîna ji bo destûreke demokratîk ku wekheviya zayendî ya tevahî misoger dike û mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan diparêze.   * Parastina destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî destkeftiyeke neteweyî ya hemû Sûrîyeyiyan.   * Rûbirûbûna tundîtûjî û şer bi amûrên xweparastina jinan û zêdekirina hişmendiya civakê li ser têgehên edalet û wekheviyê.   * Misogerkirina temsîliyeta jinan %50 di hemû sazî, rêveberî û biryardanê yên dewletê de.   * Avakirina toreke hevgirtina jinan a herêmî û navneteweyî ji bo gihandina dengê jinên Sûrî ji cîhanê re û berfirehkirina piştgiriya navneteweyî ji bo doza wan.”