Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin 2025-10-17 16:07:06   ŞIRNEX - Du polîsên li navçeya Silopiyayê bi gotina “Der heqê we de dosya heye, heke hûn 5 hezar dolaran bidin em ê jêbibin” welatî dişêlandin, hatin girtin.    Polîsên bi navên E.K. û O.Ş. li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin girtin. Hat zanîn ku polîsên behsa xeberê li welatiyan digeriyan, jê re digotin “Der heqê we de dosya heye, heke hûn 5 hezar dolaran bidin em ê dosyaya we jê bibin” û welatî dişêlandin. Der heqê polîsên pere komdikirin de lêpirsîn hate destpêkirin. Polîsên bi sûcê “sextekariyê” hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.