Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin! 2025-10-22 14:45:06   ÊLIH - Hat zanîn ku midûrê zabiteyan Mahmût Kavalci zextê li xebatkarên Şaredariya Êlihê yên endamên DÎSK GENEL-ÎŞ’ê dike ku sendîkeya xwe biguherînin.    Şaxa Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Êlihê, ragihand ku Midûrê Zabiteyan ê Şaredariya Êlihê Mahmût Kavalci navê qeyûmê şaredariyê û walî Ekrem Canalp bi kar tîne û zextê li xebatkarên şaredariyê yên endamên DÎSK GENEL-ÎŞ’ê dike ku îstîfa bikin û bibin endamên HÎZMET-ÎŞ’ê.    Hat destnîşankirin ku Kavalci ferman daye amirên zabiteyan ku karkeran kom bikin û zextê lê bikin ku ji DÎSK GENEL-ÎŞ’ê îstîfa bikin. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser fermanê, bang li xebatkarên zabiteyê hate kirin ku saet di 12.00’ê de li amirtiya zabiteyan a navendî kom bibin. Adnan Burun li wir ji xebatkaran re got; ‘Walî beg, bi rêya midûrê me got ku heke xebatkar ji GENEL-ÎŞ’ê îstîfa bikin û derbasî HÎZMET-ÎŞ’ê bibin dê mûçeyên wan zêde bike.’ Bi vî awayî ji karkeran hat xwestin ku ji sendîkaya me îstîfa bikin.”    Di daxuyaniyê de ev rewş weke xespkirina mafên sendîkayî û azadiyê hate nirxandin. Hate gotin ku li gorî Qanûna Peymana Kar a Komî ya Sendîkaya DÎSK GENEL-ÎŞ’ê, heta sala 2027’an jî ji bilî sendîkaya wan tu sendîka nikarin bi rêveberiya şaredariyê re li ser mûçe, zem û mafan de protokolan mohr bike.