Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin 2025-10-25 13:15:42   STENBOL- Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz ê ku 28 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn û gotin ku hemû serlêdanên ku malbatê heta niha kirine bêencam mane.   Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û kiryar bên darizandin, di hefteya 1074'emîn a çalakiya xwe ya heftane de li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de ku gelek kes beşdar bûn, Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Yusuf Nergiz (70) ê ku di binçavan de hat windakirin pirsîn.   Mirova Şemiyê Oya Ersoyê çîroka windabûna Yusuf Nergiz vegot: "Yusuf Nergiz ê 70 salî bavê şeş ​​zarokan bû ku li taxa Ofîs a Amedê dijiya. Ji bo çandina zeviyên xwe diçû gundê Tiyaks yê navçeya Pasûrê. Di 30'yê Îlona 1997'an de, leşkeran bi ser mala Yusuf Nergiz a li gund de girtin, ew binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Pasûrê. Di 3'yê Cotmeha 1997an de serbest hat berdan. Piştî serbestberdanê, wî telefonî hevjîna xwe kir û rave kir ka çi qewimiye. Nergiz ji bo ku biçe malê çû xeraca mînîbusan ya Amedê. Li wir, ew rastî xwişka xwe hat. Wî serpêhatiya xwe vegot û got ku wî ji bo mînîbusa bi plakaya 21 AR 474 ku diviyabû saet 11:00'ê sibehê biçûya, bilêtek kiriye. Dema ku Yusuf Nergiz venegeriya malê, malbata wî dest bi lêgerîna wî kir. Hevjîna wî, Şahibe Nergiz ku pê hesiya Yusuf û cerdevanekî gund Alaeddîn Şahîn di heman mînubusê de ne, xwegihand cerdevan. Şahîn diyar kir ku Yusuf Nergiz ji mînîbusê hatiye daxistin û ji bo kontrolkirina nasnameyê ew birine Qereqola Jendermeyan a Zeyrekê.   Oya Ersoyê diyar kir ku Şahibe Nergiz di 7'ê Cotmeha 1997'an de der barê windabûna hevjînê xwe de serî li Dozgeriya Amedê daye û gilî kiriye û got: "Mudîriyeta Polîsan a Amedê û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pasûrê ji dozgeriyê re ragihandine ku Yusuf Nergiz li herêma wan nehatiye binçavkirin. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û biryara lêgerînê da. Lê belê, ji vê pêvajoyê tu encam bı dest neket. Nergiz li Pasûrê di bin çavan de winda bû. Malbata wî 28 sal in hewl dide ku çarenûsa wî hîn bibe û edaletê dixwaze. Lê belê, ev lêgerîna edaletê, mîna çîrokên windahiyên din ên me, ji ber bêdengiya dewletê û polîtîkayên bêcezatiyê bê encam dimîne. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Yusuf Nergiz, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin."