Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê 2025-10-26 13:24:39   AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got: “Ya girîng ew e ku yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin.” Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî diyar kir ku bi entegrasyona demokratîk re hewceye aştiya civakî pêk bê.   PKK’ê, piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û gelek biryarên girîng da. Yek ji biryara girîng jî xwefesixkirin bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd, gavên di çarçoveya biryarên kongreyê de diavêje, didomîne. Di vê çarçoveyê de îro li Qendîlê daxuyaniyek da û ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan, hêzên xwe yên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vekişandiye “Herêmên Parastinê yên Medyayê.”    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, têkildarî gava dawî axivîn.    JI 27’Ê SIBATÊ HETA NIHA ‘BIRYARÊN BIÎSTIQRAR TÊN DAYIN’   Guleç, diyar kir ku daxuyaniya tevgerê daxuyaniyeke li bendê bû û da zanîn ku ji 27’ê Sibatê ve di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de gavên biîstiqrar diavêje. Guleç, got: “Îro bi daxuyaniyekê ragihand ku tu hêzên wan li Tirkiyeyê nemane û ev jî encama vê daxuyaniyê ye. Weke di daxuyaniyê de jî hatiye gotin, yekser bandoreke erênî li silametiya pêvajoyê dike. Ji ber ku hebûna hêzên çekdar ên li wê derê, îxtîmala provokasyonan bi xwe re tîne. Ev dibêtî, qet nebe bi biryara vekişînê re di astekî bilind de rê li ber hate girtin. Lewma jî li gorî min pêvajo bi awayekî biîstiqrar gihişt astekê. Lêbelê heta niha jî gavên ku bingeha vê temam bikin nehatine avêtin. Têkildarî van kesên xwe vekişandin, yên çek berdane, yên ji pêvajoyê bawer û dixwazin tev li siyaseta demokratîk û civakê bibin, tu xebateke yasayî nehatiye kirin. Wisa texmîn dikim ku amadekarî hene. Ji bo avêtina hinek gavan xebatek heye. Ji ber ku ev xebat li pêş çavê raya giştî nayên kirin. Lê hewceye ji vê saetê şûnde ev pevajo were lezandin û bibin rojev.”    'HEWCEHÎ BI YASAYÊN ENTEGRASYONÊ HEYE’    Di berdewamê de Guleç bal kişand ser naveroka daxuyaniyê ku tevgera daxwaza entegrasyona demokratîk û yasayên veguhêz dike û got: “Êdî divê ev gav bên avêtin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî, aktorên pevajoyê jî vê dixwazin. Ev, pêwîstiyek e. Wekî di hemû tecrûbeyên cîhanê de jî hatiye dîtin, heta yasa neyên çêkirin dê pirsgirêk bi gavavêtina aliyekî çareser nebe. Lewma heke yasayên entegrasyonê bên amadekirin, bi vê daxuyaniyê re dê pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe.”   ‘BERSIVA LI DIJÎ DIJBERÊN PÊVAJOYÊ YE’   Bi domdarî Guleç destnîşan kir ku daxuyaniya nû ji bo dijberên pêvajoyê jî bersiveke û wiha pê de çû: “Her wiha bersiveke li dijî derdorên dijî pêvajoyê disekinin e. Bersiveke pir xurt a li dijî gotina ‘Jidil nînin, ev lîstikek e, projeya dabeşkirina Tirkiyeyê ye’ ye. Ji ber ku ev biryar, helwestekî li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Bingeha vê hate avakirin. Hemû hêzên çekdar derketin derveyî Tirkiyeyê. Êdî hûn jê re dibêjin yasayên veguhêz, yasayên entegrasyona demokratîk, nav pir girîng nîne. Ya girîng ew e ku li gorî ruhê pêvajoyê, li gorî samimiyetê aktoran û bendewariyên wan yasa bên amadekirin û zemîna hiqûqî were avakirin.”    ‘BI ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK DIVÊ AŞTÎ ÇÊBIBE’    Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî diyar kir ku daxuyaniya tevgerê ji bo pêşketina pêvajoyê xwedî girîngiyeke mezin e. Ekîn Yeterê got: “Ev gav nîşan dide ku pir cidî nêzî pêvajoya aştiyê dibin. Di vê çarçoveyê de, hewceye li dijî vê gavên gavên pratîk bên avêtin û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Ji bo bi awayekî çalak tev li siyaseta demokratîk bibin, hewceye rêgez û yasayên li gorî serdema nû bên amadekirin. Hewceye mafên şexsî û yên kolektîf, bi hiqûqeke ku yasa, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî jî digire nav xwe bê cîcibîkirin; bi entegrasyona demokratîk a gelan re aştî û civaka demokratîk bê avakirin.”   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel