Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike 2025-10-26 14:47:08   ENQERE - Akademîsyen Hamît Ekîncî, diyar kir ku biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandina hêzên xwe ya li “Herêmên Parastina Medyayê” îşaret bi qonaxeke nû ya pêvajoyê dike û got: “Gava vekişînê, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike.”    Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.”    Akademîsyen Hamît Ekîncî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û ji bo biryara vekişandina hêzên çekdar got: “Encama hewldaneke stratejîk a domdirêj e ku mebesta wê ew e ku meseleya Kurd ji mijara çekê derxîne Di pêvajoyên çareseriya pevçûnan ên li cîhanê de, ji ber mercên li qadê her tim pêkan nebûye ku aktorên derveyî dewletê bikarin tam bi pêvajoyên agirbestê bikin. Ev jî zemîna çalakiyên provokatîf ên li dijî çareseriyê disekinin ava dike.”    'FIRSENDEKE DÎROKÎ YE’   Ekîncî, anî ziman ku biryarên PKK’ê di Kongreya 12’an de dayin û xistiye meriyetê, ji bo jiholêrakirina zemîna pevçûnan gavên dîrokî ne û wiha domand: “Ev geşedan, ji bo veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê û ji hêla entegrasyona demokratîk a pirsgirêka Kurd derfetên cidî diafirîne. Hewceye dewlet jî bi heman cidiyetê nêzî pêvajoyê bibe.”    Ekîncî, got ku paradîgmaya “Tirkiyeya bêteror” zirarê dide aştiya civakî û got: “Li hemberî aktoreke ku ji bo çareseriya pirsgirêkeke zêdetirî sed sal in didome gelek caran îradey raber kiriye, çênekirina yasa û sererastkirinên siyasî kêmasiyeke mezin e. Ji hêla siyaseta Kurd ve êdî çek êdî bi awayekî jêneveger derveyî hevkêşê ma ye. Lêbelê helwesta dewletê nîşan dide ku îradeya wê ya çareseriyê qels e.”    'MERCÊN OCALAN DÊ DIYARKER BE’    Ekîncî, herî dawî ev tişt anî ziman: “Ji bo mayindebûna pêvajoyê, bêdengbûna çekan bi tena serê xwe têr nake. Bi awayekî hemwext divê reform jî bên kirin. Ji bo qanehkirina civakê û ji bo pêvajo bi tendurist pêş bikeve, gelek girîng e ku mercên xebatê yên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Di heman demê de hewceye di bin sernavên hemwelatiya destûra bingehîn, perwerdeya bi zimanê dayikê û rêveberiyên xwecihî de jî reform bên kirin û nîqaşên berfireh bên meşandin. Ev yek dê hem ji daxwazên Kurdan re bibe bersiv hem jî aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê xurt bike. Pêşengtiya saziyên civaka sivîl dê di vê pêvajoyê de diyarker be. Êdî divê dem neyê windakirin û tavilê pêwîstiyên yasayî û siyasî bên cîbicîkirin.”    MA / Firat Can Aslan